KNK: Divê agirê Newrozê bibe ronahiyeke geş û yekîtiya gel
Konseya Rêveber a KNK’ê Cejna Newrozê li her kesî pîroz kir û got, “Divê agirê Newrozê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekîtiya gel û neteweya Kurdistanê”
Konseya Rêveber a KNK’ê Cejna Newrozê li her kesî pîroz kir û got, “Divê agirê Newrozê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekîtiya gel û neteweya Kurdistanê”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Daxuyaniya KNK’ê wiha ya: “Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyare. Newroz roja berxedanê ye, Newroz serhildan e, Newroz roja serketina li hember zilmê ye, Newroz cejna azadiyê ye.
Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê derketiye holê. Dijî zilmê, koletiyê, dagirkeriyê û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê. Îro gelê Kurd, bi ked û berxedana xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kiriye şahiyeke mezin a gelêrî û roja berxwedanê. Her wiha bi vê keda xwe di qada navneteweyî de jî, Newroz weke cejna Kurdan daye naskirin. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat herwekî naveroka wê ya dîrokî, bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê de Newroz
kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.
Bi Newrozê re em dest bi salekî nû dikin. Sala derbazbûyî di hemî waran de bû salekî ya tekoşînê. Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe salekî ya tekoşînên mezin. Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke hesas û hestyar de derbaz dibe. Şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê bi hemû
germahiya xwe ve berdewam e.
Li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke nû heye û hingî diçi ev parçe dibe rojeveke sereke. Çavên hemû Kurdan li ser Rojhilata Kurdistanê ye. Piştî serê salê li ser Rojavayê
Kurdistanê êrîşên mezin pêkhatin. Niha bi rêveberiya Şamê re peymanek hatiye çêkirin, lê rewşeke ne diyar li seranserê Sûriyeyê heye. Peymana bi rêveberiya Şamê re hatî çêkirin kêm e û gelek xalên nehatî zelalkirin hene. Li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsa Kurdî ev demeke pêvajoyek diyalogê heye û niha ber bi merhaleyek nûve diçe. Ev jî mijareke serekeye û di mehên pêşiya me de, wê rewş zelaltir bibe. Li Başûrê Kurdistanê ev nîzîkî sal û nîvek e hilbijartin çêbûne lê
hikûmet nehatiye avakirin, parlamento ne li ser kar e û pirs û pirsgirêkên li Bexayê re nehatine çareserkirin. Niha ji ber şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê, gelek caran Başûrê Kurdistanê jî dibe amanc.
Di Rojhilata Navîn de ev du sal û nîv in şereke mezin heye. Şer li Filistînê despê kir, derbazê Lubnanê, Sûriye, Yemen, Iraq û Îranê bû. Rejîma Baas a Sûriyeyê têkçû. Niha şereke mezin di navbera Emerîka – Îsraîl û Îranê de despêkiriye û ev şer bi hemû germahiya xwe ve berdewam e. Ev rewş ji bo me hem xeterî hem jî derfetan bi xwe re tîne.
Li Rojhilata Navîn statukoya Sykes – Pîcot û Lozanê xirabûye, lê şûna wê statûyek nû nehatiye avakirin û nexşeya Rojhilat Navîn ber bi guhertinekî ve diçe. Statûya kevin ji bo me Kurdan, inkar, asîmîlasyon û jenosîd bû. Divê em Kurd ji vê ji rewşa nû re amade bin. Divê di demeke kurt de em yekrêziya nav mala xwe pêkbînin.
Bi minasebeta Newrozê em carekî din bang li hemû partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî û hemû gelê Kurdistanê dikin û dibêjin ‘Werin em bi hev re di konferansekî neteweyî de kom bibin û stratejiyek hevbeş pêkbînin.’
Ev rewşa li jorê bi kurtî hatî behskirin, erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemû dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêzên parastinê bêne xurtkirin, divê êrîşên dijminan bêne şikanandin, divê destketên heyî bêne parastin û desketên nû bêne bi destxistin. Divê hevkariya
bi dijminan re weke xeta sor bê dîtin û bê mehkûmkirin. Ji bo van hemûyan divê di serî de yekrêziya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala serketin û azadiyê.
Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi rihê berxwedanê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; weke her salan dakevin qadan û Newrozê bi rihê berxwedanê pêşwazî û pîroz bikin.
Di vê qonaxa girîng a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.
KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike. Dem dema serketin û azadiyê ye. Newroz pîroz be!”