Şervanên MLKP’ê li Saarbruckenê hatin bibîranîn
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê Zekî Gurbuz û endamê MLKP’ê Ozgur Namoglû merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê Zekî Gurbuz û endamê MLKP’ê Ozgur Namoglû merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê Zekî Gurbuz û endamê MLKP’ê Ozgur Namoglû merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna fermandarên MLKP’ê hat temaşekirin.
Piştî temaşekirina li sînevîzyonê, li ser navê MLKP-KKO’yê axaftin hatin kirin. Kesên di bîranînê de axivîn, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil, Mîr Perwer, Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû yên di meha Kanûnê de şehîd bûn bi bîr anîn û wiha gotin: “Êrîşên dîktatoriya qesra faşîst ên mehên dawîn, nîşaneya wê yekê ne nikare bi rê ve bibe. Dîktatorî çavên xwe sor kirine, êrîşan dibe ser karker û kedkaran, hem navxweyî hem ji der ve êrîş zêdetir kirine. Rejîma qesrê ya faşîst, di serî de bi piştgiriya emperyalîzma DYE’yê û dewletên YE’yê yên bûrjûwayê, êrîşên xwe yên li dijî pêşengên tevgera Azadiya Kurd û Şoreşger zêde kirine.”
Nûnerê MLKP-KKO’yê bang li kedkarên li Ewropayê dijîn, kir. Nûner anî ziman ku kedkarên li Ewropayê dijîn ji van êrîşan ne dûr in, îşaret bi erka wan a têkoşînê ya li Ewropayê kir û ev bang kir: “Divê em qadan tejî bikin, xwedî li nirxên şoreşgerî derbikevin û têkoşîna bi rêxistinkirî geş bikin.“
Piştre di axaftina li ser navê Navenda Civaka Kurd hat kirin de, qala bibîranîna şehîdan û giringiya dewamkirina li mîrateya wan a têkoşînê hat kirin.
Biraziyê Zekî Gurbuz jî mafê axaftinê girt û got: “Ew şoreşgerekê mezin bû, divê em mîrateya şoreşgerî ya wî hiştiye, mezin bikin.”
Di merasîmê de bêyî navber dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin û endamên Navenda Civaka Kurd, DÎDÎF û ADHK’ê tev li merasîmê bûn.