Şervanên MLKP’ê Ahmet Şoreş û Firat Neval li Baselê hatin bibîranîn

Fermandarên MLP’yî Zekî Gurbuz (Ahmet Şoreş) û Ozgur Namoglû (Firat Neval) ku di êrîşa 3’yê Çileyê ya dewleta Tirk a dagirker de li Rojava şehîd bûn, li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Fermandarên MLP’yî Zekî Gurbuz (Ahmet Şoreş) û Ozgur Namoglû (Firat Neval) ku di êrîşa 3’yê Çileyê ya dewleta Tirk a dagirker de li Rojava şehîd bûn, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Malbat, xizmên Firat Neval, Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S), Saziya Malbatên Şehîdan (Komav) Komîteya Ewropa ya MKP’ê, TKP-ML MK, Aufbau Swîsre, Partiya  Komunîst a Şoreşger, Yekîtiya Swîsre, Biryargeha Şoreşger, Kongreya Avakirinê ya Dersimê, Partîzana Pêşeng, pêkhateyên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan û gelek saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî û Kurdistanî tev li merasîmê bûn.

Di şexsê şehîd Şoreş Neval de ji bo hemû şehîdên şoreşê rêz hat girtin. Jiyana Ahmet Şoreş û Firat Neval bi sînevîzyonê hat nîşandan.

Di axavtina li ser navê Rêxistina MKP’ê ya Swîsreyê de wiha hat gotin: “Şoreşa Tirkiye û Kurdistanê, du şervanên hêja yên Şoreşa Rojava, ji dest dan. Rejîma faşîst, rakirina ji holê ya Tevgera Azadiya Kurd PKK û tevgera komunîst MLKP daye ber xwe.“

Piştî axavtinê, daxuyaniya bi îmzeya Komîteya Navenda MLKP’ê ya bi sernavê “Rêberê komunîst Zekî Gurbuz û fermandar Ozgur Namoglû nemir in! Serê xwe ber bi jor ve bikin“

Piştre bavê Firat Neval behsa kurê xwe kir. Bavê Firat Newal anî ziman ku ew ji 17 saliya xwe ve bi awayekî profesyonel têdikoşe û wiha got: “Peywendiyên min bi malbata min re nîne, lê têkiliyên min bi malbata partiya min re pir xurt in. Eger hûn jî bixwazin êşên me parve bikin, em ji bo serketina şoreşê bi hev re têbikoşin û têkoşînê mezin bikin.“

Di axaftina li ser navê Rêxistina Ciwanên Komunîst de jî wiha hate gotin: “Êşa me mezin e, hêrsa me bêhtir mezin e. Dijmin êrîşê partiya me dike, ji ber ku hevreyên me eniyên şer têdikoşin. Îro jî hevrêyên me yên ciwan dixwazin biherikin nav refan. Em hemû ji li pey vê şopêne û wê ala azadiyê li ba nayê xwarê.“

Bîranîn bi dirûşme û peyamanên piştevaniyê bi dawî bû.