Şehîdên Serhedê li Kolnê hatin bîranin
Gerîlayên HPG’ê Serxwebûn Jêhat, Lokman Gilîdax, Şîrvan Pepûle, Akîf Yilmaz, Baran Botan û Aslan Sîser ên di 31’ê Kanûna 2020’an de li sînorê Serhedê şehîd bûyîn, li Kolnê hatin bîranîn.
Gerîlayên HPG’ê Serxwebûn Jêhat, Lokman Gilîdax, Şîrvan Pepûle, Akîf Yilmaz, Baran Botan û Aslan Sîser ên di 31’ê Kanûna 2020’an de li sînorê Serhedê şehîd bûyîn, li Kolnê hatin bîranîn.
Di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya li Kolnê gerîlayên HPG’ê Serxwebûn Jêhat, Lokman Gilîdax, Şîrvan Pepûle, Akîf Yilmaz, Baran Botan û Aslan Sîser ên di 31’ê Kanûna 2020’an de li sînorê Serhedê şehîd bûyîn hatin bîranîn. Gelek ciwan û malbatên şehîdan tevlî bîranînê bû. Bîranîn di saet 16.00’an de bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Di bîranînê de birayê gerîlayê HPG’ê” Serxwebûn Jêhat, Tekîn Serhet axivî û got: “Em xemgînin û dilê me dişewite. Serê gelê Kurd sax be.”
Li ser navê Komeleya KOMAW Şengê Kahraman axivî. Kahraman anî ziman ku her roj Kurdistan tê bombebaran kirin û got: “Em şehîdên xwe pêşwazî dikin û em ê heta dawiyê şopdarê rêya wan bin.”
Piştî axaftina Kahraman, sînevziyona qala jiyana Fermandarê Efsanevî Mahsun Korkmaz dike hate temaşekirin.
Piştî sînevziyonê li ser navê TekoJIN Mizgîn axivî û got: “Em şehîdên serhedê bibîrtînin. Ji bo hûn tevlî bîranînê bûn ez spasiya we hemûyan dikim. Çima me temaşeyî sînevziyona Fermandar Mehsum Korkmaz kir? Ji ber ku ew mamosteyê gerîlayan e. Ji tunebûnê hebûn ava kir. Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên Serhedê û heval Egîd bin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bijî Kurd û Kurdistan” û “Bijî berxwedana zindanan” dawî bû.