Şehîdên Sêdarê li Stockholmê hatin bibîranîn
Li Stockholmê şoreşgerên Kurd Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û aktîvîstê Faris Mehdî Îslamiyan hatin bibîranîn.
Li Stockholmê şoreşgerên Kurd Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û aktîvîstê Faris Mehdî Îslamiyan hatin bibîranîn.
Li paytexta Swêd, Stockholmê şoreşgerên Kurd Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û aktîvîstê Faris Mehdî Îslamiyan hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) di saet 17.00’an de li qada Mynttorger a pêşberê parlamentoya Swêdê hate lidarxistin. Di bîranînê de wêneyê şehîdan, alên PJAK, KJAR’ê û Partiya Hevgirtina Gel a Belûçan hatin hildan.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de nûnerê karê dîplomasiyê PJAK’ê li Ewropayê Emîr Babekrî axaftin kir û wiha got: “Deh sal bi ser bidarvekirina mamoste Ferzad Kemanger û hevrêyên wî re derbas bûne. Ew bidarvekirinên ku heya bi roja îro jî rejîma xwînxwar a Îran pêk tîne, pêşî li ber çareseriya pirsgirêkan tê girtin. Îranê, ev rêbaz ji xwe re kiriye weke xeteke bingehîn û bi wî awayî dixwaze xwe li nedîtina pirsgirêkên heyî deyne û çavên gel bitirsîne. Di dema serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’de her kesî lawaztiya rejîma Îranê dît. Dema serhildanan gelek rayedarên Îranê pir soz dan, lê em dibînin çawa ku serhildan hinek kêm bûn, dîsa dest bi êşkence, revandina mirovan, tirsandina çavên gel û bidarvekirinê kir. Helbet bêdengiya welatên derve jî rê dide ku Îran bêyî tirsa cîhanê wan kiryarên nemirovî pêk bîne.”
Di bîranînê de nûnerê Partiya Hevgirtina Gel a Belûçan jî axivî û peyamên sersaxiyê hem ji bo malbatên mamoste Ferzad Kemanger û hevrêyên wî û hem jî sersaxî ji bo malbatê çalakger û pêşengê gelê Gelûç Hebîb Esîwed xwest û got: “Her wekî tê zanîn, di wan rojên dawîn de nêzê 26 girtiyên Belûçî di girtîgehên Îranê de hatin bidarvekirin. Em bi yekgirtina gel û avakirina yekitiya di navbera gelan de, dikarin li pêşberê Îranê bi awayekê bihêz têbikoşin û bi ser bikevin.”
Hunermendê anarşîst ê Swêdî Heval Albert jî bi stranên xwe bi çalakgeran re bû piştgir. Çalakiya hema bibêje saetek dewam kir, bi berzkirina dirûşmeyên ”Kujer Îran”, “Jin, jiyan, azadî” û ”Şehîd namirin” bi dawî bû.