Şehîdên Parîsê li Draguignanê hatin bîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Draguîgnanê hatin bîranîn.
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Draguîgnanê hatin bîranîn.
Li bajarê Dragûîgnanê yê Fransayê, sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên li Parîsê hatin qetilkirin, di salvegera 9'emîn de hatin bîranîn.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo her sê jinên siyasetmedar goşeya şehîdan hate avakirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hate danîn.
Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr li bîranînê axivî û got, "Heta ku kiryar bên eşkerekirin ew ê şopdarê vê dozê bin."