Şehîdên Meha Gulanê li Lînzê hatin bibîranîn

Ji bo bibîranîna şehîdên Meha Gulanê çalakî hat lidarxistin û soza geşkirina têkoşîna şoreşger hat dayîn.

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, ji bo bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê merasîm hat lidarxistin. Di merasîma bibîranînê de ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin, hat destnîşankirin ku têkoşîna peşengên şoreşger ên îdeolojîk ku 45 sal berê bi hişmendiya “bêyî berdêl têkoşîn geş nabe” li dijî faşîzm û emperyalîzmê dest pê kiriye, îro jî ji kelecana xwe ya roja pêşîn tu tişt kêm nekiriye û wê wek peyrewên wan li têkoşînê bê dewamkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku fikira têkoşîna hevpar a gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi Yekitiya Hêzê ya Şoreşger bi ruh û can bûye û şehîdan berdêlê têkoşîneke bi vê astê, bi canên xwe daye.

Di merasîmê de, her wiha nirxandina bêusûliyên rejîma AKP-MHP’ê yên di hilbijartinan de, guhertina demografiyê li Rojava, hewila tepisandina hemû dînamîkên şoreşger ên bi Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd re piştevan in, hat kirin û soz hat dayîn ku wê bi têkoşîna şoreşger a hevpar bersiva hêzên faşîst bê dayîn.