Şehîdên Hesekê li Silkeborgê hatin bîranîn

Li Silkeborgê 121 şervanên QSD’ê yên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Hesekê de şehîd bibûn, bi meresimekê hatin bîranîn.

Li bajarê Silkeborg ê girava Julent a Danîmarkayê, ji bo 121 şehîdên li Hesekê şehîd bibûn, meresima bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de bi sedan Kurdistanî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê, Partiya Pêşverû, Partiya El Wahde, PYD, Kongra Star û Tevgera Kurd a Ewropayê amade bûn.

Di bibîranînê de axaftin hatin kirin hate gotin ku yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin Kurd bûn û Kurdan bi berxwedana xwe nirxê mirovahiyê parast. Hat destnîşankirin ku parastina destkeftiyên li Rojava bi saya şehîdan hatine bidestxistin erka bingehîn a hemû kesî ye. Hat destnîşankirin ku divê polîtîkayên dijmin rast bê xwendin û bi saya şehîdan li Hesekê pêşiya komkujiyeke mezin hat girtin.

Di bîranînê de ku îro li gelek herêmên Ewropayê meş hatin lidarxistin de hat silavkirin û ev tişt hate gotin: "Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya li dijî tevahiya gelê Kurd e. Gelê Kurd wê bi berxwedana xwe ya li her qadê vê komployê pûç bike û ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşe.“

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" dawî bû.