Şehîdên Hesekê li Kîelê hatin bîranîn
Li Kîelê ji bo 121 şervanên QSD’ê yên di dema êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Hesekê ji bo gel rizgar bikin şer kirin û şehîd bûn, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Li Kîelê ji bo 121 şervanên QSD’ê yên di dema êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Hesekê ji bo gel rizgar bikin şer kirin û şehîd bûn, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
121 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser Hesekê de şehîd bibûn, li bajarê Kîel ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Gelek Kurdistanî tevlî bîranîna ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Kîelê ve hat lidarxistin bûn.
Di çalakiya bîranînê de ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpê kir de êrîşên Hesekê û rola dewleta Tirk a faşîst û dewletên kapîtalîst ên rojava di êrîşan de hatin nirxandin.
Bîranîn bi temaşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.