BI DÎMEN

Şehîdên Helebê li Churê hatin bibîranîn

Li Churê ji bo şehîdên Helebê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bal kişand ser geşedanên heyî ya li Rojava û îşaret bi mayîndekirina destkeftiyan kir.

Li bajarê Chur ê Swîsreyê, bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Churê ji bo şehîdên Helebê çalakî hate lidarxistin. Tevî malbatên şehîdan, Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî tevlî çalakiyê bû.

Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û sînezîyona li ser jiyana şehîdan hate pêşandan. Li ser navê KOMAW’ê Necmettîn Er axivî û soza serxistina têkoşîna ku şehîdan di rêya wê de canê xwe dane, da û wiha got, “Axaftina li pey şehîdan ne hêsan e. Em ji bo wan soza serxistina têkoşînê didin.”

Aydar rewşa heyî ya li Rojava nirxand û bal kişand êrîşên li ser Helebê û wiha got, “Hevalên ku em îro wan bi bîr tînin, di berxwedana Helebê de şehîd bûn. Ez hemû şehîdên ku têkoşînê heta îro anîn, bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Aydar îşaret bi mayîndekirina deskeftiyên heyî kir û wiha got, “Her tişt bi dilê me nebe jî, parastina destkeftiyan girîng e. Karê me ya bingehîn ku divê em niha bikin, mayîndekirina destkeftiyan e.”

Aydar êrîşên Îsraîl û DYA’yê li ser Îranê û pêvajoyên dîrokî nirxand û wiha got, “Dema ku statukoyên Sykes Picot û Lozanê xira bûn, Kurd bi destkeftiyê derketin. Seddam çû Kurd qezenc kirin, Esad çû li Rojava Kurd qezenc kirin. Niha jî di êrîşên li ser Îranê de Kurd wê bi destkeftiyê derkevin.”

Aydar îşaret bi girîngiya daxuyaniyên Rêber Apo kir û diyar kir ku pêvajo tevî pirsgirêkan jî pêşve diçe û destnîşan kir ku li dijî êrîşên li ser Rojava yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk hatiye û bilêv kir ku ev yekîtî wekî dîrokî cara sêyemîn pêk hatiye û girêdayî hişmendiya netewbûnê ya gel e

Çalakiya bîranînê, bi xwarina fitarê ya ji bo bîranîna şehîdan hate dayîn, bi dawî bû.