Şehîd li Baselê hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil û Alî Haydar Kizil, Orhan Kûnûr, Ekîn Reşît û Reşît Bozan ku di demên cuda de şehîd bûn, li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil û Alî Haydar Kizil, Orhan Kûnûr, Ekîn Reşît û Reşît Bozan ku di demên cuda de şehîd bûn, li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bibîranîn. Merasîma bibîranînê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) a Swîsreyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hat lidarxistin. Xizmên şehîdan û gelek kesên din tev li merasîmê bûn.

Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Metîn Mîntaş li ser navê KOMAV’ê axivî û got: “Heval Sara, pêşenga têkoşîna jinên Kurd bû, bi nemerdî li Parîsê hat qetilkirin. Kiryar nehatin darizandin û cara duduyan qetlîam li Parîsê hat kirin. Gelê me li Parîsê li ber xwe da. Me qetil dikin, nabe ku em dengê xwe nekin. Heta ev qetlîam bên eşkerekirin em ê têbikoşin. Şehîdên me pêşengên me ne. Em ê li têkoşîna wan bibin xwedî.“

Malbatên Orhan Kûnûr, Ekîn Reşît û Reşît Bozan ku li salonê bûn, diyar kir ku ew ê girêdayê şehîdan bin û wê ev têkoşîn teqez biçe serî.

Li ser navê tevgera ciwanên Kurd Dogan Serhildan jî axivî. Serhildan anî ziman ku ew ciwan li dijî qetlîamên hatine kirin bi hêrs in û got: “Divê em li bibîranîna şehîdên xwe bibin xwedî. Divê em xwe bêhtir bi rêxistin bikin û parastina xwe ya rewa bi pêş ve bibin. Em çekên şehîdan li erdê nahêlin. Di serî de ciwan, divê hemû gelê me ji bo geşkirina têkoşînê bixebite.“

Siyasetmedarê Kurd Adil Botan ku di merasîmê de axivî, destnîşan kir ku Xebat Dêrik 10 sal berê hatiye qetilkirin û diyar kir ku wê keda Xebat Derik a ji bo Şoreşa Rojava ji bîr nebe û got: “Heval Sakîne heta bi hetayê li ser rêça Rêber Apo bû. Divê em jî bi wî awayî têbikoşin. Em her warê jiyanê bi rêxistin bikin wê tu dijmin bi me nekare. Em li jiyana şehîdan binihêrin em ê bibînin ku divê mirov çi bike. Pêvajoya bê, dibe ku geşedanên giring rû bidin. Divê em amade bin. Parastina xwe ya rewa baş bikin. Bikevin hewila azadkirina Rêber Apo.“

Bibîranîn, piştî nîşandan sînevîzyona li ser şehîdan, bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin“ bi dawî bû.