Şehîd li Anversê hatin bibîranîn
Şehîd Gazel Kûnûr, Karker Îsyan, Têkoşîn Piling Cûdî û Stêra Ararat yên di demên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê li Anversê hatin bibîranîn.
Şehîd Gazel Kûnûr, Karker Îsyan, Têkoşîn Piling Cûdî û Stêra Ararat yên di demên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê li Anversê hatin bibîranîn.
Şehîd Îsyan Karker (Gazal Kûnûr), Karker Îsyan (Orhan Kûnûr), Têkoşîn Piling Cûdî (Bêrîvan Aras) û Stêra Ararat (Esma Ozkan) yên di demên cuda de şehîd bûn, li bajarê Anvers ê Belçîkayê hatin bibîranîn. Merasîm, bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Dîcle Efrîn axivî.
Efrîn anî ziman ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk konsepta êrîşa topyekûn xistiye dewreyê. Efrîn destnîşan kir ku êrîş encax bi berxwedanê dikare were pûç kirin.
‘LI GORÎ RUHÊ DEMÊ DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ GUR Û GEŞ BIKIN‘
Efrîn bilêv kir ku mînaka tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tu dera cîhanê nîn e û wiha got: “Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan, divê çalakiyên xwe geştir bikin. Divê mirov bi ruhekê li gor demê berxwedanê gur û geş bike.“
Efrîn bal kişand bi ser êrîşên bi çekên kîmyewî û got: “Zarokên wêrek ên Kurdan, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên nemirovî bi awayekê derasayî bi dil û can li ber xwe didin. Hevalên me yên şehîd û berxwedêr bang li me dikin ku em xwe bidin ber vî barî.“
‘DIVÊ CIWAN BI ROLA XWE RABIN‘
Efrîn diyar kir ku di vê demê bi taybetî ciwan bi rolê xwe rabibin û got: “Ciwan divê çalakiyên xwe yên li Ewropayê geştir bikin. Li dijî êrîşeke wiha divê hest bi berxwedanê bikin û her kes li gor derfeta xwe bibe piştgir ji vê têkoşînê re.“
Piştre li ser navê Malbatên Şehîdan Sûltan Ograş jî axivî û got: “Hemû gelên Kurdistanê dibin tecrîdek giran de ye. Gelê me yê li Ewropayê bila ji xwe re nebêje ku azad e; kes ji me ne azad e. Mirov ne li erdnîgariya xwe li ser axa xwe be ne azad e. Divê her kes xwe ji azadiyê re amade bike.“
BAVÊ ŞEHÎD: DIVÊ CIWANÊN KURD BERSIVA FAŞÎSTAN BIDIN
Bavê Şehîd Têkoşîn Piling Cûdî, Îdrîs Araz jî silav beşdaran kir û wiha axivî: “Bila serê Kurdan sax be. Bi xeyala qedandina vî gelî dewleta Tirk her roj bi awayekê bêexlaqî êrîş dike. Kurd divê bersiva faşîstan bidin û li ber van êrîşan rabibin.“
Merasîm, bi sînevîzyonê bi dawî bû.