Şehîd Horamî û Sîrwan li Stockholmê hatin bibîranîn

Şehîd Karwan Horamî û Aram Sîrwan yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li Stockholmê hatin bibîranîn.

Şehîdên rojhilatê Kurdistanê Karwan Horamî (Mihemed Melik) û Aram Sîrwan (Mehrdad Rehîmiyan) ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li paytexta Swêd, Stockholmê hatin bibîranîn.

Bibîranîn, bi pêşengtiya KOMAW’ê, saet di 17.00’an de li Komeleya Çandî û Hunerî ya Kurdî li Stockholmê pêk hat. Di bîranînê de wêneyê şehîdan hatin danîn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de berpirsyarê Karên Dîplomasiya li Ewropayê yê PJAK'ê Emîr Babekrî axivî. Babekrî, got: “Her yek ji van hevalan di warê xwe de pêşeng in û di heman de sembola domandina xebat û têkoşanê ne. Şêwaza axaftin û jiyana wan jî weke pratîka wan pir bijartî û taybet bû, bi taybetî jî heval Karwan ku bi salan di nava kar û xebatên çapemeniyê de kar dikir. Tiştê ku mirov ji bo wan her du hevalan bibêje, xwedîderketina li kar û doza wan şehîdan e.”

Bi pişt re sînevîzyona li ser jiyana her du şehîdan hatibû amadekirin, hate nîşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan Azadî” bi dawî bû.