Şehîd Halîl Şen li Dresdenê hate bîranîn

Hevalên Halîl Şen dilsoziya wî ya ji bo Abdullah Ocalan û têkoşînê anîn ziman û gotin, “Xwedî derketina li hevalê Halîl ancax bi xwedî derketina tevgera azadiyê û Rêbertiyê re pêkan e.”

Halîl Şen ê par di 12'ê Sibata sala borî de li dijî komploa navnetewî ya 15’ê Sibatê bedena xwe da ber agir, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dresdenê hat bîranîn.

Di bernameya bîranînê de ku di şexsê şehîd Halîl Şen de bi deyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir, nameya ku beriya li ber Parlamentoya Dresdenê li dijî komployê agir berde bedena xwe hate xwendin.

Sehîd Halîl Şen di nameya xwe de got, “Em di sala 22. a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê mirovahiyê Serok Apo de ne. Em dikevin sala wê ya 23’an, di 15’ê Sibata 1999’an de hemû hêz û hevkarên ku di komployê de cih girtinî bi kîn şermezar û lanet dikim. Ez ji komplogerên navneteweyî û hevkarên wan re dibêjim, heta ku mirovahî sax be, wê roja me, Rêberê mirovahiyê Serok Apo, rêya mirovahiyê ronî bike. Bila ev ji komploger û hevkaran re bibe sond.

Roja me Serok Apo 50 sal in ku ji mirovahiyê re rêberî û ronî dike, mirovahiyê diparêze û wê bike jî. Azadiya birûmet berdêl dixwaze, mirovên bi rûmet berê bedel dane, mirovên birûmet wê di pêşerojê de jî berdêl bidin.”

Sînevîzyona ku jiyana şehîd Halîl, dilsoziya wî ya ji bo tevgera azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dida, hate temaşekirin. Di vê demê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Piştre Hevserokê FED-KURD Kerem Gok mafê axaftinê girt.

KEREM GOK: XWEDÎ DERKETIN LI HALÎL BI XWEDÎ DERKETINA LI RÊBERTÎ RE DIBE

Kerem Gok têkildarê komploya navneteweyî got ku şehîd Halîl diyar kir ku ev komplo ne tenê ji aliyê hêzên herêmê û dewletên faşîst ve, bi hevkariya Elmanya û hêz û dewletên din ên navneteweyî bi taybet NATO’yê hatiye kirin.”

Piştre wiha berdewam kir: “Heval Halîl di nameya xwe de ev pirsê dike û dibêje, “Serok Apo rê nîşanî mirovahiyê dide, rêberê mirovahiyê ye. Çima dewletên Ewropayê êrîşî Serok Apo û Kurdan dikin?” Xwedî derketina li Hevalê Halîl tenê bi xwedî derketina tevgera azadiyê û Rêbertiyê re pêkan e.”

ÇEKDAR BOTAN: BI KENÎNÊ ÇÛ ÇALAKIYÊ

Yek ji hevrêyên Şehîd Halîl Çekdar Botan jî axivî û got, “Di dîrokê de nehatiye dîtin ku mirov bi kenînê biçe mirinê. Heval hene ku dibînin di destê wî de vîdona benzînê heye û dîtine bê ka çawa bi kenînê çûye çalakiyê. Ya girîng ev e ku mirov wê hîs bike.”

Li aliyê din enternasyonalîstên Elman derbarê Şehîd Halîl Şen de daxuyanî dan û bal kişandin ser xeta jiyana wî û bi bîr xistin ku wî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe daye ber agir û Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve di bin tecrîdeke der hiqûqî de ye. Enternasyonalîstan bi dirûşmeyên “Freîheît Fur Ocalan”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” dawî li axaftina xwe anîn.

Meclîsa Jinan a Ûta ya Dresdenê jî li ser navê şehîd Halîl quncikek vekir. Di quncikê de tizbiyên ku şehîd di dîrokên cuda de bikar anîne, egalê wî û pirtûkên ku wî xwendine hatin nîşandan.