Şehîd Dilxwaz Gabar li Lîegeyê hat bibîranîn
Fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar ê di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Lîegeyê hat bibîranîn.
Fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar ê di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Lîegeyê hat bibîranîn.
Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Dilxwaz Gabar (Mehmet Dogan) ê di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Lîege yê Brukselê hat bibîranîn. Di bîranînê de wêneyê Fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de li ser jiyana şehîdan axaftin hatin kirin. Li ser navê saziya malbatên şehîdan ya Belçîkayê Sultan axivî û banga têkoşîna ji bo xeta şehîdan kir. Li ser navê KOMAV’ê Cahîde axivi û behsa dîroka şehîdên meha Gulanê kir.
Piştre Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal axivî. Kartal, piştî ku behsa dîroka PKK’ê û şehîdên PKK’ê kir û wiha axivî: “Di kesayeta fermandar Dilxwaz Gabar de mirov dikare berxwedana 47 salan a li hember dagîrkeriya li ser welatê me bibîne û pîrozîya vê berxwedanê şîrove bike.”
Kartal bal kişand bi ser hilbijartinên li Tirkiyeyê û got: “Divê hemû Kurdên li cihê dijîn biçin li ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin.”
Bîranîn bi sînevziyona li ser Şehîdên Meha Gulanê û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.