Şehîd Argeş Zagros û Cîgir Efrîn hatin bîranin

Li Stockholmê gerîlayên HPG’ê Şehîd Argeş Zagros û Cîgir Efrîn ku di 30'ê Tîrmeha 2021'ê ji ber bombardûmanên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser herêma Qendîlê tevlî karvanên şehîdan bibûn, hatin bibîr anîn.

Li Stockholmê gerîlayên HPG’ê Şehîd Argeş Zagros û Cîgir Efrîn ku di 30'ê Tîrmeha 2021'ê ji ber bombardûmanên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser herêma Qendîlê tevlî karvanên şehîdan bibûn, hatin bibîr anîn. Bîranîn bi pêşengtiya Platforma Yarsan, Ciwanên Zagros û Meclîsa Jin a Amara li Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdî a li Stockholmê hate lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.

Di bîraninê de siyastmedarê Kurd Sananîk Onen axivî. Onen anî ziman ku berxwedan û têkoşîna Kurdan bi xwîna şehîdan bilind bûye.

Piştre li ser navê Platforma Yarsan Sasan Mêhrabî axivî û diyar kir ku heta dawiyê wê li ser şopa şehîdan bimeşîn û ev tişt got: “Amedbûna we ya bîranînê ji bo me hêz e. Heval Argeş ji Rojhilatê Kurdistanê ye, lê ji bo çar parçeyên Kurdistanê xebat meşand.”

Di bîranînê sînevziyona qala jiyana şehîd Argeş û Cîgir dike hate temaşekirin.

Piştî sînevziyonê peyama Ciwanên Zagros ji aliye Hêle Ejîn ve hate xwendin û ev tişte hate gotin: “Heval Peyman (Argeş Zagros) çawa hate Ewrûpa, dîsan xwe nêzî tevgera azadiyê kir û tevlî nava xebatên ciwanan bû. Hevaleke pir dilnizim û hêja bû. Heval carna bi henekî digot; ‘Ez ê herim tevlî bibim ji bo ku bi awayeke rast çand û zimanê kirmaşan û Yarsan baştir bidim nasandin’. Ewî navê şehid Argeş Zagros li xwe kir ku ew ji li Swed tevlî bibû li xwe kir û bi vî awayî tevlî bû.”

Di bîranîn de gelek caran kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” dawî bû.