Îro li bajarê Stockholmê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan û tevlêbûna malbata şehîd Agir Botan, ji bo her du gerîlayên HPG’ê Agir Botan (Serhat Sakçi) û Fedakar Cûdî (Alî Îbrahîm) ku di 17’ê Nîsanê de di êrişên dagirkeriyê de şehîd bibûn, merasîmeke sersaxiyê hate lidarxistin.
Bîranîna ku saet 14:00'an li Komeleya Çand û Huner a Stockholmê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê endama TJK-S (Tevgera Jinên Kurd-Skandînavya) Şukran Sancar axaftinek kir. Şukran destnîşan kir ku pêwîste her kes bizanibe ev şer şerê xiyanetê ye û got, “Têkoşîna me bi qasî ku li hember dijmin e, ewqas jî li hember zihniyet û kesayetiya Kurd a paşverû û ketî ye. Ji ber ku li ser nasnameya Kurd pir lîstok hatine lîstin. Ji bo ku dijminan ji Kurdan re peyda bikin, di bin navê Kurdîtiyê de welat welat digerin û li dijî nasnameya Kurd ê rasteqîn hevdîtinan dikin. Yekane perestgeha Kurdan çiyayen azad e. Em dijminatiya Kurdan û ya welatan naxwazin û qebûl nakin û emê şopdarê şehîdên xwe bin. Em ê bi bi serxistina şoreşê re riya wan şehîdan tacîdar bikin.”
Di berdewamiya bîranînê de xwişka şehîd Agir Botan jî axaftinek pêşkêş kir û wiha hestên xwe anî ziman; “Ji ber hestiyarbûna min li min biborînin, ez bi birayê xwe û doza birayê xwe serbilind im. Xeyalên wî yên zarokatî her tim ew bû ku rojekê bibe gerîla! Şehîd ne şehêdê me, ne birayê min e, ew zarokê gelê Kurdistanê ye û şopdarê riya rastiyê bû. Bila serê gelê Kurd, rêhevalên wî yên îro berxwedaniyek qehremanane dikin û serê Rêber Apo sax be.”
Piştî axaftinan sînevizyona ku li ser jiyana têkoşînî ya şehîd Agir û rêhevalên wî hatibû amade kirin, hate nîşandan.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.