BI DÎMEN

Şehîd Şoreş Brûsk û Aram Sîmko li Lorientê hatin bibîranîn

Ji bo Şehîd Şoreş Brûsk û Aram Sîmko li bajarê Lorient ê Fransayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Haci Dilber Kiliç û Adnan Semsûr destnîşankirin ku mezinkirina têkoşînê ya şehîdan berpirsyariya herî bi wate ye.

Li bajarê Lorient ê Fransayê, ji bo Servet Kartal (Şoreş Brûsk) û Esed Huseynî (Aram Simko) yên ku sala 2019’an li herêma Xakurkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, bernameyeke berfireh a bîranînê hat lidarxistin. Ji bilî Kurdistanî yên li Lorientê dijîn, malbat û xizmên Şehîd Şoreş Brûsk û malbatên şehîdan ên ji bajarên Rennes, Vannes û Lorientê beşdarî bîranînê bûn. Çalakî li saloneke li taxa Kervénanecê bi beşdariyeke mezin pêk hat.

Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Paşê çîrokên jiyana Şehîd Şoreş Brûsk û Aram Simko hatin xwendin û pêvajoyên têkoşîna wan hatin parvekirin. Di jiyanameyên hatin xwendin de hat destnîşankirin ku tevî temenê xwe yê ciwan jî, bi tercîheke zanebûn tevlî refên azadiyê bûne û ji bo pêşeroja gelê xwe têkoşîneke bi biryar meşandine.

Li ser navê civaka Kurd a Lorientê, Ednan Semsûr axivî û diyar kir ku şehîd ne tenê nav in; ew sembola xeta berxwedanê û vîna azadiyê ne. Semsûr anî ziman ku berpirsyariya herî bi wate ew e ku têkoşîna wan ji cihê mayî were mezin kirin û xwedî li bîranînên wan derkevin. Semsûr got ku ew ê her tim bi îdeal û nirxên şehîdan ve girêdayî bimînin û têkoşîna azadiyê li her qadê bidomînin.

Li ser navê malbata Şehîd Şoreş Brûsk, Hecî Dilber Kılıç axivî û diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind in û dê heta dawiyê girêdayî bîranîna wî û hemû şehîdan bimînin. Kılıç bi bîr xist ku Şoreş Brûsk ji Fransayê tevlî refên têkoşînê bûye û li şûna jiyaneke rehet a li Ewropayê, ji bo azadiya gelê xwe têkoşîna li çiyayên Kurdistanê hilbijartiye. Kılıç diyar kir ku ev tercîh mînaka zanebûn û fedakariyeke mezin e û got ku ya li ser milê yên mayî, xwedîderketina li vê mîratê ye.

Kılıç banga yekîtî û piştgiriyê kir û destnîşan kir ku divê nirxên şehîdan ên ku canê xwe di oxira wan de dane, werin mezin kirin.

Bername bi nîşandana sînevîzyonê berdewam kir. Di dema nîşandana wêneyên şehîdan û kêliyên têkoşîna wan de, kêliyên tije hest hatin jiyîn.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û bi peyamên biryardariyê bi dawî bû.