Îzlanda wê ji bo endamtiya YE’yê referandûmê bike
Hate diyarkirin ku Îzlanda wê di mehên pêşiya me de ji bo endamtiya muhtemel a Yekîtiya Ewropayê (YE) referandûmê bike.
Hate diyarkirin ku Îzlanda wê di mehên pêşiya me de ji bo endamtiya muhtemel a Yekîtiya Ewropayê (YE) referandûmê bike.
Di destpêka sala borî de hikûmeta Îzlandayê dabû zanîn ku ew plan dikin ku referandûma berbehs heya sala 2027’an bikin. Lê belê Serokwezîra Îzlandayê Kristrun Frostadottir diyar kir ku referandûm wê zûtir were kirin.
Îzlandayê di sala 2009’an de pêvajoya beşdarbûna Yekîtiya Ewropayê dabû destpêkirin lê belê piştî çar salan namzetbûna xwe betal kiribû. Tê diyarkirin ku tevî vê yekê jî ji ber zêdebûna bendewariya jiyanî ya di nava civaka Îzlandayê de û geşedanên weke şerê Ûkraynayê eleqeya têkildarî endamtiya YE’yê di nava civakê de dubare zêde bûye.
Her wiha daxuyaniyên Serokê DYE’yê Donal Trump ên têkildarî Gronlandê yên xwe dubare dikin jî mijar dubare anî rojevê. Gronlanda ku bi awayekî xweser girêdayî Danîmarkayê ye û Trump pê eleqedar dibe, weke erdnîgarî di navbera DYE û Îzlandayê de ye.
Di referandûmê de welatiyên Îzlandayê wê dengdanê bikin ku hevdîtinên têkildarî endamtiya YE’yê dest pê bikin yan na.
Serokwezîr Frostadottir di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku ew ê armanc bike ku bi rêya hevdîtinên nû ji bo Îzlandayê ‘’derfetekê biafirîne’’ û li gel Ewropayê entegrasyoneke xurttir pêk bîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikûmeta Kristrun Frostadottir a girêdayî xeta çepgiriya navendî, bi hilbijartinên pêşwext ên di dawiya sala 2024’an de desthilatdarî bi dest xistibû.