Înîsiyatîfa Li Dijî Çekên Kîmyewî: Bêdengî hevkarî ye

Înîsiyatîfa Li Dijî Çekên Kîmyewî ji bo balê bikişîne ser êrîşên bi çekên kîmyewî li ber Partiya Keskan û FDP’ê çalakî li dar xist û got: “Bêdengî hevkarî ye.“

Înîsiyatîfa Li Dijî Çekên Kîmyewî, li Berlîna paytexta Elmanyayê li bijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber avahiyên partiyên siyasî yên Elmanyayê dest bi çalakiyên protestoyî kiriye. Çalakî berdewam in.

Înîsiyatîfê îro li ber Partiya Keskan û Partiya Azad a Demokratîk (FDP) çalakî li dar xist û dosyeyên amade kiribûn radestî rayedarên partiyê kirin. Partiya Keskan dosye qebûl kir lê FDP’ê ranehişt dosyeyê.

Înîsiyatîf destnîşan kir ku divê dewletên Ewropayê dev ji bêdengiya xwe ya li dijî êrîşên kîmyewî yên li Kurdistanê berdin.

Çalakî, wê sibehê li ber avahiya Dîe Lînkeyê dewam bike.