Îlham Ehmed: DAÎŞ dibe ku dîsa çalak bibe
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed daxuyanî da medyaya Swêdê û bal kişand ser vî tiştî ku DAÎŞ dibe ku dîsa çalak bibe.
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed daxuyanî da medyaya Swêdê û bal kişand ser vî tiştî ku DAÎŞ dibe ku dîsa çalak bibe.
Daxuyaniyên Îlham Ehmed ên li Stockholmê li raya giştî ya Swêdê de bandoreke mezin ava kir. Kanalên televîzyonê û rojnameyan cihekî berfireh dan hevpeyvîn û daxuyaniya Îlham Ehmed.
Gelek kanal û rojnameyan hişyariya Ehmed a îhtîmala çalakbûna DAÎŞ’ê derxistin pêş.
Ehmed daxuyanî da rojnameya Expressenê û got ku “Heke piştgiriyeke navneteweyî nedin Rojava, ji bo me wê dahatû tunebe. Niha qetlîam didome. Dibe ku projeya demokratîk winda bibe. Ev ji bo Sûriyeyê hêviyeke mezin bû.”
Ehmed diyar kir ku biryara Trûmp a vekişandina leşkeran şaşiyek bû û got ku “Wan derfet dan ku Tirkiye êrîşî me bike. Em careke din bang li wan dikin ku bila şaşiya xwe rast bikin.”
Ehmed bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk ji bo rizgarkirina çeteyên DAÎŞ’ê girtîgehan bomberdûman dike û got ku “Leşkerên bi pere yên Tirkiyeyê nêzî îdeolojiya DAÎŞ’ê ne û heke di daxwazên xwe de bi ser bikeve wê DAÎŞ jî bi ser bikeve.”
Ehmed xwest ku bila zextên ekonomîk û dîplomatîk li Tirkiyeyê were kirin û diyar kir ku divê qada hewayî ya Bakurê Sûriyeyê jî were girtin.
Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT’yê jî civîna çapemeniyê ya Ehmed bi ser navê “Pêşenga Kurd: Xelîfetîya Dewleta Îslamî dibe ku zindî bibe” pêşkêşî aboneyên xwe kir.