BI DÎMEN

Îdrîs Balûken: Têkoşîn siberojê ava dike

Balûken di civîna gel a li Wuppertalê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd polîtîkayên înkarê têk biriye û pêvajoya aştiyê ketiye qonaxeke stratejîk.

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê têkildarî pêvajoya ku li ser bingeha "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Apo pêş ketiye û berpirsiyariya pêvajoyê were parvekirin, civîna gel hat lidarxistin.Siyasetmedar Dr. Îdrîs Balûken wekî axaftvan beşdarî civînê bû.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Balûken axivî û li ser têkoşîna demdirêj a gelê Kurd û pêşketinên siyasî nirxandin kir.

Balûken diyar kir ku gelê Kurd êdî polîtîkayên înkarê têk biriye, ev yek hem ji aliyê hêzên herêmî û hem jî yên cîhanî ve hatiye dîtin. Balûken got ku gelê Kurd li ser dika dîrokê rûpelek nû vekiriye.

Balûken bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk û Aştiyê" ya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de ragihand û destnîşan kir ku ev bang ne tenê ji bo partiyek an rêxistinekê, ji bo tevahiya gelê Kurd pêvajoyek stratejîk da destpêkirin.

Balûken anî ziman ku perspektîfên çareseriyê yên ku Rêber Apo zêdetirî 30 sal in diparêze gihîştine asta muxatab girtinê û bi bîr xist ku ev bangewazî encama têkoşîna sedsalan a gelê Kurd e.

Balûken anî ziman ku Tevgera Azadiya Kurd xwedî li vê bangewazî derket û pêşî agirbest îlan kir, piştre jî bi kongreyê îradeya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk nîşan da. Balûken got ku ev gav ji bo çareserkirina aştiyane ya pevçûnên ku 40-50 sal in li Tirkiyeyê didomin firsendeke mezin derxist holê.

Bi domdarî Balûken ev tişt got: “Têkoşîna gelê Kurd a ku zêdetirî sedsale  dimeşîne ne tenê çîroka berxwedana demên berê de ye. Ev têkoşîn, berxwedana ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza û zindana Amedê heta roja me hatiye. Ev berxwedana dîrokî êdî ne tenê bertekek li hember zilm û zordariya berê ye; ew bûye îradeya gelê Kurd a ku teşe dide niha û siberoja xwe.

Gelê Kurd ne tenê wekî gelekî ku bi ziman, nasname û çanda xwe tê nasîn, di heman demê de li Rojhilata Navîn mîmarê siyasî yê sereke li ser maseyê ye. Ji ber vê yekê, ev têkoşîn ne bîranînek ji rabirdûyê ye; ew stratejiyek siyasî, civakî û demokratîk e ku wê siberojê ava bike ye.”

Piştî axaftina Balûken, civîn bi pirsan û bersivan dom kir.