Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Bremenê hatin şermezarkirin

Kurdên li bajarê Bremenê yê Elmanyayê, li dijî êrişên dagirkeriyê û bikaranîna gazên kîmyewî bi destê dewleta Tirk, çalakî lidar xistin.

Kurdên li Ewropayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê çalakiyan bênavber dewam dikin.

Piştî ku hate bihîstin dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên gerîla gazên kîmyewî bi kar aniye, Kurd nîvê şevê daketin qadan.

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê êrişên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin.

Bi navê girseya gel Hevseroka Komeleya Biratî Xezal Yalçin daxuyanî da û diar kir ku Kurd li her devera lê ne divê berxwedana gerîla mezin bikin.

Xezal Yalçin got, "Roj roja mezinkirina berxwedanê ye, roja xwedîderketina li ewladên leheng ên gelê Kurd e. Wezîfeya her Kurdî ye. Her kes li cihê ku lê ye çi ji dest tê divê bike, çalakiyan bikin û dagirkeriyê qebûl nekin."

Di çalakiyê de dirûşmên "Doh Hîtler, îro Erdogan", "Bijî berxwedana gerîla", "Bila Ewropa çekan nefiroşe Tirkiyeyê" hatin qîrîn.