Êrîşên dagirkeriyê li Hannoverê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Hannoverê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Hannoverê hatin şermezarkirin.
Piştî ku eşkere bû dewleta Tirk li Serêkaniyê çekên kîmyewî bi kar aniye li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê xwepêşandaneke şermezarkirinê pêk hat. Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û komkujiyên ku dewleta Tirk kirine belavok belav kirin.
Di çalakiyê de ku bi hezaran kes tevlî bûn ji Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî Seher Nergîz û endamê FED-DEM'ê Letîf Karakaş axivîn.
Piştî axaftinan çalakger meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Rojava", "Em bi hev re li dijî faşîzmê têbikoşin" hatin qîrîn.