Êrîşa li ser malbata Kurdî li Hannoverê hat şermezarkirin
Li Hannoverê êrîşa li ser malbata Kurd ya ji ber muzîka Kurdî hat protetsokirin.
Li Hannoverê êrîşa li ser malbata Kurd ya ji ber muzîka Kurdî hat protetsokirin.
Meclîsa Jinê ya Ronahî, li bajarê Honnover ê Elmanyayê têkildarî êrîşa li hemberî malbata Kurd ku di 13'ê Tîrmehê de dema ji navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji seyranê vedigeriyan, bi hinceta muzîka Kurdî guhdar dikin êrîş lê hatibû kirin, bi çalakiyekê şermezar kirin. Di çalakiyê de jinan dirûşmeyên “Bêdengî li me dide windakirin, berxwedan dide jiyîn” berz kirin û wêneyê tundiyê temsîl dike hildan.
Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Duh, hêzên dewleta Tirk jineke Kurd di nav kolanê de bi hovane derp kirin. Ev êrîş ne tenê li jinekê, lê li dayikekê, li bedenekê, li jiyanekê û li zarokekî hîna nehatiye dinê hate kirin. Ev ne tenê bûyereke tundiyê ye, di heman demê de sûcek e ku li dijî gelan, dayiktiyê û mirovahiyê hatiye kirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev bêhiqûqî nîşaneya sîstematîk a dijminatiya li hemberî jin û Kurdan e. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Dîsa me dît ku tundiya dewletê herî zêde bedenên me dike armanc. Lê em jin wê bêdeng nemînin. Ji ber ku dema giyanê jinekê biêşe, dilê me hemûyan diêşe. Divê hesabê vê êrîşa li ser Kurdan û jinê bê pirsîn.”