Çelenga reş li ber Sefaretxaneya Tirk a Berlînê hat danîn
Li Berlînê bi boneya qirkirina Dersimê çelenga reş li ber avahiya Sefaretxaneya Tirk hat danîn.
Li Berlînê bi boneya qirkirina Dersimê çelenga reş li ber avahiya Sefaretxaneya Tirk hat danîn.
Hevserokê NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz û Nûnera Berlînê ya Kongreya Avakirina Dersimê Mehtap Erol çelenga reş danîn li ber Sefaretxaneya Tirk a li Berlînê. Li vir Hevserokê NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî û anî ziman ku komkujiya li Dersimê îro jî berdewam dike û got: “ Em careke din bi tundî vê komkujiya di salên 1937-38'an de ku bi hezaran Dersimî hatin qetilkirin şermezar dikin.“
Yilmaz da zanîn ku li Dersimê, Çorum, Gurgumê, Sêwas, Xerpêt û Meletî bi deh hezaran Kurdên elewî hatin qetilkirin û got: “Dîsan li Agirî û gelek bajarên Kurdistanê komkujî pêk hatin, îro jî di esasê xwe de komkujî dewam dikin, hem di aliyê derûnî û hem jî di aliyê fizîkî de Kurdan qetil dikin, ji aliyê din ve jî hewl didin ku hemû destkeftiyên wan ji holê rakin. Bi vê munasebetê di serî de Kurd û ji gelên li Rojhilata Navîn re dijîn, em dibêjin bi hev re li dijî zîhniyeta tarî ya ku hewl dide van komkujiyan bidomîne têbikoşin."
Nûnera Berlînê ya Kongreya Avakirina Dersimê Mehtap Erol jî axivî û wiha got: "Li Dersimê qirkirin pêk hat. Heta ku dewleta Tirk vê qirkirinê nas bike em ê weke Elewiyên Dersimê û Kurd dest ji vê yekê bernedin. Heta ku aşrîv neyên vekirin wê têkoşîna me bidome. Em carek din Seyît Riza û hemû hevrêyên wî bibîrtînin.“