Çalakvanên Nobeda Azadiyê: Li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike

Koma Rennes a Nobeda Azadiyê dewir girtin, bang li hemû beşên cih li gel jiyana azad û wekhev dike ki ku li dijî tecrîd û dagirkeriyê dengê xwe bilind bike.

Nobeda Edaledê ya 25’ê Hezîrana 2012’an ji aliyê Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg a Fransayê destpê kiribû dewam dike.

Firat Şah, Jûlîette Gall û Gokhan Laşer ên nobed di hefteya 514’an de dewir girtin, êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya li ser Herêmên Parastinê ya Medyayê şermezar kirin, berxwedana gerîla ya dîrokî silav kirin.

Firat Şah anî ziman ku tecrîd û êrîşên dagirkeriyê bi hev re didomin û got: “Rêber Apo mifteya çareseriya pirsa Kurd e. Şerê bi Kurdan re ev pirsgirêk çareser nabe. Nikarin bi ser bikevin.”

Şah di serî de bang li gelê Kurd, hêzên li gel jiyana azad, demokratîk û wekhev in kir ku li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin.

Li aliyê din serdanên gel û hunermendan ên li gel çalakvanan didome.

Hunermend Sîdar Amed jî ku serdana çalakvanan kir strana ‘Êdî Bese’ got, peyama têkoşînê ya bi gelê Kurd re da.