Çalakvanên Cenevreyê Taş û Akar bi bîr anîn

Çalakvanên Cenevreyê Veysî (Bubo) Taş û Mehmet Akar ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir, bi bîra anîn.

Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de ji bo mîsogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li ber Ofîsa NY’ê ya Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Kurdistaniyên li dora konê berxwedanê yê li place Natîonsê ku Ofîsa NY’ê lê ye, çalakiya rûniştinê li dar xistin, li vir belavokên têkildarî pirtûkên paradîgmayên azadiyê yên Abdullah Ocalan û çima Rêberê Gelê Kurd divê azad bibe, hatin belavkirin.

Çalakî di şexsê Veysî (Bubo) Taş û Mehmet Akar ên li dijî tecrîda Îmraliyê, bedena xwe dan ber agir de, ji bo bîranîna kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, TJK-E, TCŞ’ê û pankartên ku sûcên şer û mirovî yên dewleta Tirk teşhîr dikin, hatin hildan. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Erdal Atasoy axivî û Taş û Akar bi bîr anî.

‘EM Ê GIRÊDAYÎ BÎRANÎNÊN ŞEHÎDAN BIN’

Atasoy bi bîr xist ku salvegera Komploya Navneteweyî nêz dibe û wiha got: “NY û dewletên rojavayî ku mîmarê Komploya Navneteweyî ne, îro li dijî tecrîda li ser Rêberê me û sûcên şer û mirovî yên li ser gelê me, bêdengiya xwe didomînin. Hêzên dagirker îro li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê bi binketine û divê mîmarên tecrîdê vê baş bizanin ku sala 2023’an wê bibe sala azadiya gelê Kurd û ya Rêbertiya me. Em weke gelê Kurd em ê di vê zanebûnê de tevbigerin û em car din li vir soza girêdanbûna bi bîranînên şehîdan re, didin.”

Piştî Atasoy, Nûnerê Têkîliyên Derve ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Ramazan Baytar metna çapemeniyê ya bi Fransî xwend.

Piştî axaftinan, Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmeyên xwedî derketina li pêngava “Dem dema azadiyê ye”, li çalakiya rûniştinê dewam kirin.