Li bajarê Montpellier ê Fransayê û bajarên Lahr, Kassel û Darmstadt ên Elmanyayê, bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî hatin lidarxistin. ,
MONTPELLIER
Li bajarê Montpellier ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan bi armanca piştirîdayîna Rojava li pêşiya walîtiyê mitingê li dar xistin. Mitîng di saet 16:00’an de, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Partiyên siyasî, sendîka û Kolektîfa Piştevaniyê ya bi Gelê Kurd re ku ji rêxistinên civaka sivîl pêk tê, tevlî mitîngê bûn. Di çarçoveya çalakiyê de, şandeyeke tevî Kolektîfê dosyayeke li ser êrîşên li dijî Rojava û daxwazan radestî walîtiyê kirin.
Di daxuyaniyên mitîngê de peyamên piştevaniyê ji bo Rojava hate dayîn. Çalakî bi dirûşmeyan xwestina daxwazan bi dawî bû.
LAHR
Li bajarê Lahr ê Elmanyayê, bi sedan kesên ku ji Freiburg, Offenburg û bajarên derdor hatin, bi armanca piştevaniya bi Rojava re li hev civiyan. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre, girseyê bi awayekî xurt peyama netenêbûna gelê Rojava da.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê peyamana 30’ê Çileyê tavile were pêkanîn, dorpêça li ser Kobanê were rakirin û korîdora mirovî were vekirin. Her wiha bang hate kirin ku dewleta Tirk dawî li polîtîkayênxwe yên durû bîne û astengiyên li pêşiya gihandina TIR’ên alîkariya mirovî rake ku bigihe gelê li Kobanê.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku tevlîbûna bi ruhê seferberiyê ji bo meşa ku wê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin, berpirsyariyeke dîrokî ye. Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna girseyî ji bo çalakiya ku wê di 7’ê Sibata 2026’an de, di saet 13:00’an de li Karlsruhe Marktplatzê were lidarxistin, hate kirin.
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Yekîtiya Gelan” û “Rojava ne tenê ye!” hatin berzkirin. Girseyê destnîşan kir ku divê piştevaniya bi Rojava re were mezinkirin û peyama domandina têkoşînê li her qadê dan.
KASSEL
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Girseya ku li pêşiya Hauptbahnhofê li hev civiyan, ber bi Konsolosxaneya Tirk meşiyan û berxwedana Rojava silav kirin.
Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û timî dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Di qada çalakiyê de pankarta, “Defend Rojava” û yên cuda hatin hilgirtin.
Di tevahiya protestoyê de, danezanên derbarê êrîşên li ser Rojava û pergala demokratîk, azadîxwaz a li herêmê hatiye avakirin, hatin belavkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku çalakiyên piştevaniyê yên ku li cihên cuda ên cîhanê hatin lidarxistin, encamê daye. Her wiha hate destnîşankirin ku tevî ku li Rojava peyman hatiye kirin jî, dorpêça li ser Kobanê hîna dewam dike.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Roza û Meclîsa herêmê li Luisenplatzê bi daxwaza, “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” meşek hate lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî û nûnerên saziyên dost tevlî meşê bûn.
Di meşê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û naskirina statuyê ji bo Rojava, hate kirin. Her wiha ev peyam hat dayîn, “Heta ku Rojava statu bi dest bixe û ji bo Rêber Apo mafê hêviyê were naskirin, em ê her roj li qadan bin.”
Çalakî piştî daxuyaniyê, bi dirûşmeyan bi dawî bû.
DUREN
Li bajarê Duren ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Duren ve ji bo hevgirtina bi Rojava re meşek hat lidarxistin. Kurdistanyên ku li Kaiserplatzê kom bûn, beriya meşê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz girtin. Girseya ku alên YPG û YPJ’ê hilgirtin, bi berzkirina dirûşmeyên berxwedana Rojava silav kirin. Meşa ku li navenda bajêr hate lidarxistin, bala welatiyan kişand. Piştî meşê, siyasetmedar Tuba Hezer axaftinek kir. Hezer diyar kir ku pêwîstiya xurtkirina hevgirtina bi Rojava re heye.
BERLÎN
Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîş û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ve mîtîngek û meşek girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes beşdarî çalakiya ku ji aliyê Nav-Berlîn, Konseya Jinan a Destdan, FEDA Berlîn, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR Berlîn, Kongra-Star Berlîn, Civaka Îslami Berlîn, Ciwanên Berlîn, Navenda Çanda Rojava û Konseya Jinên Êzidî ya Berlînê ve hat lidarxistin, bûn.
Çalakiya ku saet 17:30’an li ber Deriyê Brandenburg (Pariser Platz) dest pê kir, alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Di çalakiyê de pankartên "Rojava biparêzin", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin" hilgirtin û dirûşm berz kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku tiştê li Rojava diqewime sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî bêdeng nemînin.
Meş li Museumsinsel bi dirûşme û peyamên hevgirtinê bi dawî bû.
MANNHEIM
Meclîsa Jinan a Ronahî Berîvan û Meclîsa Herêmê ji bo piştgiriya Rojava û daxwaza pêkanîna statuya wê li Alte Feuerwache Platz a Mannheim a Elmanyayê mitîngek hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan beşdarî mitîngê bûn. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û û sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Di mitîngê de alên YPG, YPJ û Rojava û pankarta "Piştgiriya Rojava bikin" hatin hilgirtin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku agirbesta dawî ya li Rojava nayê wê wateyê ku têkoşîn bi dawî bûye. Axaftvanan destnîşan kirin ku gefên li ser Rojava hîn jî berdewam dikin û ewlehiya gelê Kurd tenê bi naskirina fermî ya statuya Rojava û naskirina wê ji hêla hêzên navneteweyî ve dikare were misogerkirin.
Di mitîngê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPJ" û "Bijî YPG" hatin berzkirin. Çalakî bi banga beşdarbûna meşa ku wê di 7’ê Sibatê de li Mannheimê were lidarxistin, bi dawî bû.