Çalakiyên bêîteatiya sivîl ên li dijî bikaranîna gazên bi jehr
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê û bajarê Amsterdam ê Hollandayê li dijî bikaranîna gazên bi jehr ên dewleta Tirk, çalakiyên bêîteatiya sivîl hatin lidarxistin.
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê û bajarê Amsterdam ê Hollandayê li dijî bikaranîna gazên bi jehr ên dewleta Tirk, çalakiyên bêîteatiya sivîl hatin lidarxistin.
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li ser qadên gerîla hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan gotin, "Li her devera ku êriş tê kirin berxwedan rewa ye" û meşiyan. Di çalakiyê de ji bo xwepêşandana saet 20:00 a li qada Comedîeyê banga tevlîbûnê hate kirin.
AMSTERDAM
Li balafirgeha Schîphol a Hollandayê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, Kurdistaniyan çalakiyek lidarxistin. Di çalakiya bêîteatiya sivîl de êrişên qirker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.