Çalakiyên Çarşemê ya li Swîsreyê didome

Kurdistaniyan di çalakiyên ku li Cenevre û Lozanê didomin de destnîşan kirin ku heya pêngava Dem dema azadiyê ye bi encam dibe ewê li qadan bin.

Çalakiyên ku her Çarşem li bajarên Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, vê hefteyê jî dewam kirin.

CENEVRE

Çalakiya vê hefteyê ya ji aliyê Kurdan ve li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê hat lidarxistin, vê carê jî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salih Saglam diyar kir ku xwedî derketina li pêngava "Dem dema azadiyê" berpirsyariya her Kurdekî ye.

Her wiha diyar kir ku yekane rêya aştî û aramiya gelê Kurd û gelên herêmê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Paşê Saglam bal kişand ser 2 ciwanên Kurd ên ku rêveberiya PDK’ê cezayê darvekirinê li wan biriye û wiha got: “Hevkarekî din ê hêzên komploger, rêveberiya PDK’ê ji bo parastina hevkariya xwe cezayê darvekirinê li 2 ciwanên Kurd biriye. Ev cezaya îdamê ya ji bo Abdurrahman Er û Mazlum Dag hatî birîn weke berdewamiya komployê ji ​​êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ne qut e. Em li ku dibin bila bibin, li her derê li dijî hêzên komploger û hevkarên wan em ê parastina azadiya Rêberê xwe bikin.”

Piştî Saglam, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş mafê axaftinê girt. Îsmaîl Kardaş got, “Ev dewletên ku avakerê komployê ne, bi komploya ku 23 sal berê pêk anîn, xwestin di şexsê Rêbertiya me de îradeya me teslîm bigirin. Kurdistaniyan li her cihê ku lê bûn, li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo têkoşîn mezin kirin û komploya navneteweyî jî pûç kirin. Bersiva me ya li hemberî êrîşên ku îro weke berdewamiya komployê didomin, wê ev be ku em berxwedanê bigihînin asta herî bilind û pêngava 'Dem Dema Azadiyê' bi serketinê tacîdar bikin."

LOZAN

Bi pêşengiya endamên rêxistinên ciwanan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Ciwanên Jin ên Tekoşer (TekoJIN) çalakiya standa agahdarkirinê ya ku 3 meh berê bi armanca nasandina fikr û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji raya giştî ya Swîsreyê re hatibû destpêkirin, vê hefteyê jî berdewam kir.

Hevseroka CDK-S Selma Surer di derbarê çalakiyê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hem bi çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê ku zêdeyî salekê ye dewam dike, hem jî bi çalakiyên standê ya li Lozanê ku wê bikeve meha xwe ya 4’an, ji raya giştî re hat agahdarkirin ku çima divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe.”

Surer anî ziman ku heta pêngava "Dem dema azadiyê" bi encam dibe ew ê bi çalakiyên bênavber li qadan bin.

Di çalakiya standê de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin jî îmze hatin komkirin.