Bi banga Înîsiyatîfa "Eva û Ahmed li ku ne?" li paytexta Elmanya Berlînê li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin û li aqûbeta rojnamevan Eva Maria Michelmann û Ahmed Polat hate pirsîn. Dayika Eva Maria Michelmman Rotraut Hake-Michelmann jî beşdarî çalakiyê bû.
Di axaftinên bi navê înîsiyatîfê de hate ragihandin ku ji 18'ê Çileyê û vir ve agahî ji herdu rojnamevanan nayê wergirtin, di 3'ê Adarê de serî li hikumeta Elman û Wezareta Karên Derve hate dayin û ev pêvajo ji nêz ve tê şopandin.
Hate ragihandin ku Eva Maria Michelmman weke rojnamevaneke enternasyonalîst a ji Kolnê bûyerên li Rojava radigihand, Ahmed Polat jî bername ji televîzyonê re amade dikir û meqamên Elman hate rexnekirin ku agahiyeke şênber li ser wan nadin.
Înîsiyatîfê bi bîr xist ku Elmanyayê di demeke kurt de bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re têkilî daniye û got, dema mijar dibe mafên mirovan gava têrker nayê avêtin.
Di daxuyaniyê de hate xwestin, ji bo cihê herdu rojnamevanan bê eşkerekirin û bêne berdan, gavên şênber bêne avêtin.
Rothaut Hake-Michelmann jî anî ziman ku daxuyaniyên dewleta Elman têrker nîne, bang lê kir ku gavên bi bandor biavêje û xwest, aqûbeta bi hezaran kesên li Rojava winda ne bê eşkerekirin.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Eva û Ahmed li ku ne?" hate hildan.