Çalakiya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî didome
Çalakiya ku Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê dabûn destpêkirin, didome.
Çalakiya ku Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê dabûn destpêkirin, didome.
Çalakiya ku Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê dabûn destpêkirin, didome. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin hildan. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bê Serok jiyan nabe“ hatin berzkirin.
Di çalakiya vê heftiyê de 7 şervanên YBŞ'ê, 2 gerîlayên HPG'ê, endama TAJÊ Nazê Naîf û Rojnameger Nûjiyan Erhan ên di 3'ê Adara 2017'an de di êrîşa PDK'ê ya li Xanesorê de şehîd bibûn, hatin bîranîn.
Nûnera Kongra Star a Helebê Dayîka Şoreş, bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bû û bal kişand li ser girîngiya çalakiyê û çalakger silav kir.
‘HETA RÊBER APO AZAD BIBE EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNIN‘
Piştî axaftina Dayîka Şoreş, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salih Saglam bi rêzgirtina navê şehîdên Xanesorê yek bi yek dest bi axaftina xwe kir û ev tişt got:“Zêdetirî salek e em ji bo daxwazên mafdar û rewa yên gelê Kurd li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî çalakiya rûniştinê li dar dixin. Divê ev dewlet û sazî baş zanibin ku heta azadiya Rêberê me û gelê Kurd pêk were em ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin û daxwazên xwe ji hemû cîhanê re biqîrin.“
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.