Çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ a li Cenevreyê, sala xwe ya 2’an temam dike

Çalakiya rûniştinê ya ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatî destpêkirin dikeve sala xwe ya diduyan de.

Çalakiya rûniştinê ya ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji bo mîsogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatî destpêkirin wê bikeve sala xwe ye sisêyan de.

Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li konê azadiyê datînin, xwedî li pêngava “Dem dema azadiyê ye” derdikevin. Kurdistaniyên ku çalakiya rûniştinê li dar dixin, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û hevkarên wê, teşhîr dikin.

Di şexsê qurbaniyên komkujiyên 19’ê Kanûnê ya Girtîgehan, 24’ê Kanûnê ya Gumgumê û 28’ê Kanûnê ya Roboskiyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin de, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Girseyê pişta xwe da NY’ê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne û bêdengiya NY’ê ya li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk protesto kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê (CDK) Erdal Atasoy li ser navê girseyê axivî.

Atasoy wiha got: “Berî du salan me ji bo azadiya Rêbertiya xwe, li ber NY’ê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî serdana dawî ya CPT’ê li Îmraliyê kir, derket holê ku bi Rêbertiya me re hevdîtin nehatiye kirin. Dewleta Tirk êrîşê dayikên me yên di lêgerîna edaletê dike. Em gelê Kurd, em ê li her qada ku lê ne wê li dijî sucên şer û tecrîdê, berxwedana xwe bidomînin.”

Piştî axaftinê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir, li vir dirûşmeyên xwedî derketina li pêngava “Dem dema azadiyê ye” hatin berzkirin.