Nobeta ji Rêber Apo re Azadî ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreya Swîsreyê ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo tê lidarxistin di hefteya 263’yan de didome.
Kurd û dostên wan ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreyê bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên di misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bi cih bînin.
Çalakiya vê hefteyê bi dirûşmeya 'Azadiya Rêber Apo azadiya Rojava ye' dest pê kir û ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Rojava deqeyek rêz hat girtin.
Beriya daxuyaniyê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê dosyayek ku wêraniya giran a mirovî û tenduristiyê ya ku şerê domdar a li Rojava belge dike, pêşkêşî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) kir. Endamên komîteyê ragihandin ku di dema dosya pêşkêşî şaxa Cenevreyê ya WHO’yê kirin rayedaran xemgîniya xwe anîn ziman. Komîteyê bang li saziyên navneteweyî kir ku berpirsiyariya lezgîn ji bo krîza mirovî ya li Rojava bigirin ser xwe.
'KARASETEKE MEZIN A MIROVÎ LI ROJAVA DIQEWIME’
Endamê şandeya ku çû Rojava Julien Berthod rewşa herêmê wiha got: "Em niha bi şandeyekê ji Rojava vedigerin. Li wir bi rastî karesateke mirovî ya mezin diqewime. Hejmareke mezin ji mirovan koçber bûne. Hejmara malbat û kesên koçber gihîştiye sed hezarî û heta zêdetir jî. Ev karesateke mirovî ya ku ji ber êrîşên komên çekdar, hikûmeta demkî ya qaşo û êrîşên rasterast ji Tirkiyeyê çêdibe.
Rewşa li Rojava pir zehmet e. Lê tevî vê yekê, di nav Kurdan de hevgirtinek mezin heye. Kesên koçber li dibistan û mizgeftên li Qamişloyê têne bicihkirin. Bi saya vê hevgirtinê, ji bo kesên ku hatine bicihkirin çavkaniyên cûrbecûr têne peyda kirin; cil têne parvekirin û pêdiviyên pêwîst ji bo çêkirina xwarinê têne peydakirin û belavkirin.
Di nav Kurdan de hevgirtinek xurt heye û ev hevgirtin di seferberiyên girseyî yên ku heta digihêje Swîsreyê jî xuya dike. Bi rastî me ev berê jî dîtiye. Gelê Rojava ji çalakiyên girseyî yên ku me li Swîsreyê pêk anîne haydar in. Milîsek ku me li wir pê re hevdîtin kir behsa çalakiyên me yên li Swîsreyê kir û got ku ev yek hêvî daye wî.”
'KOMPLOYEKE NAVNETEWEYÎ YA DUYEMÎN DI DEWRÊ DE YE'
Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê di daxuyaniyekê de ragihand ku şerê ku li Rojava tê meşandin "komployeke navneteweyî ya duyemîn" e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komploya yekem di sala 1999’an de Rêber Apo radestî Tirkiyeyê hat kirin û armanc dikir ku Tirk û Kurdan bînin beramberî hev, lê ya duyem jî armanc dikir ku di navbera gelên Kurd û Ereb de pevçûnê derxin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev stratejî ji aliyê hêzên hegemonîk ên Rojhilata Navîn ve tê meşandin û êrîşên li ser Rojava di çarçoveya konseptek qirkirinê de têne kirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku HTŞ û Colanî ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ne û ji Îdlibê bo Şamê hatine veguhastin, zêdetirî salekê ye ku li dijî gel komkujî û zilmê dikin û bi konsepta tunekirinê êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin.
BANGA JI BO YEKÎTIYA KURDAN
Komîteyê di daxuyaniyê de banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û got: "Rêber Apo beriya bi salan diyar kir ku karê herî girîng li her çar parçeyan yekbûna hêza Kurd e. Rastiya herî bingehîn a ku em îro li cîhanê dibînin, pêwîstiya lezgîn a yekbûna Kurdan û bi lez û bez ragihandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye. Divê hêzên Kurd bibin yek. Ji bo pûçkirina van komployan, divê Kurd û hêzên Kurd bi yekîtî tevbigerin. Berovajî ev hêzên komploger wê bi konsepta xwe ya komkujiyê me bigihînin ber tunekirinê."
Halîme Delîmî û Angelîna Marîn li ser navê Komeleyên Sosyalîst ên Cenevreyê axivîn û bal kişandin ser pêkanînên dermirovî yên ku li ser gelê Rojava tê meşandin.
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.