Çalakgerên Nobeda Azadiyê: Têkoşîna me wê bidome
Di hefteya destpêkê ya sala 24'an a komploya navneteweyî de, çalakgerên Nobeda Azadiyê komplo şermezar kirin û bal kişandin ser hevkariya Ewropayê ya bi komployê re.
Di hefteya destpêkê ya sala 24'an a komploya navneteweyî de, çalakgerên Nobeda Azadiyê komplo şermezar kirin û bal kişandin ser hevkariya Ewropayê ya bi komployê re.
Nobeda Azadiyê, ku bi pêşengiya Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di sala 10'emîn de bi biryardarî dewam dike.
Çalakiya ku li qada navbera saziyên Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 504'an de ye. Kurdên li Ewropayê tevî dostên xwe bênavber çalakiyê dimeşînin.
Çalakgerên vê hefteyê, komek ji Kurdistaniyên ji bajarê Nurnberg ê Elmanyayê ye. Di nava komê de Hîkmet Gencer, Edîp Yalşin û Dogan Dalmiş hene.
Hîkmet Gencer bi navê komê axivî û diyar kir ku komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya gelên mezlûm ên cîhanê hate kirin, 23 sal in bi polîtîkaya tecrîdê dewam dike.
Hîkmet Gencer bi gotina, "Durûtiya Ewropayê di vir de jî xuya kir" bal kişand ser rola dewletên Ewropayê ya di komployê de. Hîkmet Gencer anî ziman ku dewleta Tirk jî bi binpêkirina hiqûqa xwe ya destûra bingehînî di tecrîdê de israr dike.
Hîkmet Gencer got, "Welatên Ewropayê jî di nava vê bêhiqûqî û bêedaletiyê de hene ku dewleta Tirk li ser Rêber Apo ferz dike" û di vê mijarê de bi taybetî bal kişand ser Elmanyayê.
Gencer destnîşan kir ku di sala 24'an a komploya navneteweyî de wê têkoşîna xwe mezintir bikin.