Çalakgerên Cenevreyê li dijî tecrîdê soza geşkirina berxwedanê da

Hevserokê DKTM’ê yê Cenevreyê Erdal Atasoy ku di çalakiya rûniştinê ya îro de axivî, got: ‘’Ji xeynê şikandina tecrîdê tu çareya Kurdan nîn e.” Atasoy banga tevlêbûna konferansa 5’ê Sibatê û meşa ku wê 6’ê Sibatê dest pê bike kir.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berdewam e.

Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de hat bibîrxistin ku salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê nêz bûye û banga tevlêbûna meşa dirêj hat kirin ku wê 6-11’ê Sibatê bi pêşengiya enternasyonalîstan bê lidarxistin.

Di çalakiyê de ji bo bibîranîna Şehîdên Têkoşîna Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Erdal Atasoy piştî rêzgirtinê axivî, got: ‘’Êrîşên qirkerî û dagirkeriyê yên berpêyî Kurdan û Kurdistanê, ne bi tenê encama siyaseta îmha û înkarê ya dewleta Tirk e. Ev polîtîka encameke komploya berpêyî Rêbertiya me ye.’’

Atasoy cardin got ku êrîşên tecrîd û qirkirinê bi hev re tên kirin û wiha pê de çû: ‘’Ji xeynê şikandina tecrîdê tu çareya Kurdan nîn e. Dostên me yên enternasyonîst ku li felsefeya azadiyê ya Rêbertiya me Abdullah Ocalan dibin xwedî, wê bimeşin. Giring e ku em li vê meşê bibin xwedî.’’ Atasoy, banga tevlêbûna konferansa wê 5’ê Sibatê bê danîn û meşa dirêj kir ku wê 6’ê Sibatê dest pê bibe.

Atasoy her wiha destnîşan kir ku divê her Kurd di vê pêvajoya hesas de tiştê dikeve ser mil bike. Piştî axavtinê, Kurdistaniyan dirûşme berz kirin û li çalakiya rûniştinê dewam kir.