10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava wê li Elmanyayê were pîrozkirin
Li bajarên cuda yên Elmanyayê wê 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi dirûşmeya "Bijî Şoreşa Rojava" bê pîrozkirin.
Li bajarên cuda yên Elmanyayê wê 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi dirûşmeya "Bijî Şoreşa Rojava" bê pîrozkirin.
Şoreşa Rojeva ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêk hat, di qadên demokrasî, azadiya jinê û ekolojiyê de hêviyê dide gel û şoreşgeran. Tevî gefên dagirkeriyê, ambargoya navneteweyî û êrîşên îdeolojîk ên piştî Şoreşa Rojava, hewldanên avakirina jiyaneke altenatîf ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îlhamê dide şoreşger û enternasyonalîstên li deverên cuda yên cîhanê.
Kurdên li Elmanyayê, ji bo parastin û xwedîderketina Şoreşa Rojava wê konser û festîvalan li dar bixin.
Bajarên ku wê festîval û konser bên lidarxistin wiha ye:
FRANKFURT
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Di 10’emîn salvegera şoreşê de demokrasî, azadiya jinê û ekolojiya bingehîn” bê li darxistin, wê 16’ê Tîrmehê saet di 15:00’an de dest pê bike. Çalakî ji aliyê Women Defend Rojava, RiseUp4Rojava, Meclîsa Jinan ya Amara, Meclîsa Civaka Kurd a Frankfûrtê, Stadtfreundschaft Frankfurt-Kobane e.V, YXK û JXK tê lidarxistin. Di çalakiyê de piştî axaftinan Koma Hezex wê derkeve ser dikê.
HAMBURG
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Azadiya jin, demokrasiya bingehîn, ciherengî û xwerêveberî- Şoreşa Rojava di sala 10’emîn de ye” wê di 16’ê Tîrmehê saet 15:00-19:00 de li Vor der Roten Flora Achidi John Platz Hamburg – Sternschanze dest pê bike. Di çalakiyê de axaftin û muzîka zindî wê hebe.
BONN
Festîvala bi dirûşma “Bijî Şoreşa Rojava” di 16’ê Tîrmehê saet di 17:00’an de dest pê dike. Di festîvalê de axaftin û muzîkên zindî dê hebin. Cihê festîvalê: Alte VHS Zugang neben Neustraße 58 Bonn, 53225.
BERLÎN
Pîrozbahiya “10’emîn salvegera Şoreşa Rojava” bi dirûşmeya Bijî Şoreşa Rojava” di 17’ê Tîrmehê saet 12:00’an de wê dest pê bike. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî dê bi rêya Skype beşdarî pîrozbahiyê bibe. Hunermend Xelîl Xemgîn, Dîno, Bilind Îbrahîm, Hekîm Sefqan bi stranên xwe tevlî pîrozbahiyê bibin. Her wiha di çalakiyê de Parlementerê HDP’ê yê Wanê ya berê Lezgîn Botan wê biaxive.
Cihê pîrozbahiyê: Oranienplatz Berlin - Kreuzberg, 10999
LUTZERATH
Çalakiya ku bi dirûşmeya “10 Jahre Rojava – Die Revolution verteidigen! 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava- Em Şoreşê biparêze! “ wê di 17’ê Tîrmehê saet 15:00’an de dest pê bike. Di çalakiyê de muzîka zîndî û axaftinên li ser rewşa siyasî ya Rojava û Kurdistanê û têkoşîna ekolojîyê ya li Ewropayê bê kirin.
SAARBRUCKEN
Di 19’ê Tîrmehê saet 18:00’an de wê bi dirûşmeya “10’emîn salvegera Şoreşa Rojava- Şoreşê biparêze!” meşek were lidarxistin.
Cihê meşê: Landwehrplatz Landwehrplatz, Saarbrücken, 66111
ASCHAFFENBURG
Di 20’ê Tîrmehê saet 19:30’an de paneleke di derbarê “Şerê Tirkiyeyê ya li dijî Rojava” pêk were.
Cihê panelê: Stadthalle Aschaffenburg Schlossplatz. 1, Aschaffenburg
OSNABRUCK
Meşa ji bo 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava wê Di 22’ê Tîrmehê saet 18:00’an de li HBF Osnabruckê pêk were.
KASSEL
Festîval bi navê “10’emîn salvegera Şoreşa Rojava” tê lidarxistin. Festîvala ku dê atolye, semîner, pêşandanên folklorî û muzîka zindî tê de cih bigire dê 24’ê Tîrmehê saet di 11:00 de dest pê bike. Di festîvala ku Şerîf Omerî, Koma Volkana Şoreşê û Koma Şiyar bi stranên xwe beşdar bibin de Sefqan Kobanê jî dê amade be.