CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Zurîhê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn
Navenda Demokratîk a Kurd a Zurîhê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn. -
Li Swêd coşa HDP’ê
Ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê ya wê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bê hilbijêrên li Swêd îro ji saet 09.00’an û pê ve li Fûara Kîsta a Stockholm dest bi dengdayînê kirin. -
Dengdayîna li Swîsreyê didome
Hilbijêrên le Swîsreyê dengdayîna ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê didomînin. Hilbijêrên HDP’ê bang li kesên ku hê dengên xwe bikar neanîne kirin ku biçin ser sindoqan. -
Xebata hilbijartinê ya AKP’ê ya îro: Hejmara binçavkirin 50 derbas kir
Operasyonên qirkirina siyasî îro li 6 navendên cuda berdewam kir. Ji gundan heya navenda bajaran di serdagirtina malan de heya niha li ser 50 kesan hatin binçavkirin. -
Malbatên hesab ji dewletê xwestin: Komkujiyan bi dawî bike!
Di çalakiya vê hefteyê ya ÎHD û xizmên windayan ên li Amed, Gever, Êlih û Şirnexê hate lidarxistin de li dijî gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya "heke em biçin wê torosên spî bên" nerazîbûn hate nîşandan. -
Karkerên tekstîlê yên jin bi tilîliyan Yuksekdag pêşwazî kirin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li Bahçelievlerê karkerên tekstîlê ziyaret kir û li pirsgirêkên karkeran guhdar kir. -
'Heta Yezîd neçe em nikarin behsa aştiyê bikin'
Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê li Navenda Çandê ya Elewiyan di 10. roja meha Muharremê de bi sedan kes di xwarina fitarê de hatin cem hev. -
Li Kerboranê xebatên hilbijartinan didomin
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di çarçoveya xebatên hilbijartinan de gundên Xelîla û û Werzike yên Kerborana Mêrdînê ziyaret kir. -
Hilbijêrên li Hollanda banga çûna ser sindoqan kirin
Hilbijêrên HDP’yî yên li Hollanda bang li her kesî kirin ku heta 25’ê Cotmehê dengên xwe bikar bînin. -
Namzetên HDP'yî ‘Jiyana Nû’ vedibêjin
Namzetên HDP’yî ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê xebatên xwe didomînin. Namzetên bi gel re tên gel hev behsa projeyên HDP’ê dikin. -
Ji bo hilbijartinan li Hollanda maseya krîzê hat avakirin
Li Hollanda dengdayîna ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê didomin. Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hollanda maseya krîzê ava kir. -
HDP: Ji bo muşahîdî û berpirsyartiya dibistanan em bang dikin
HDP’ê bang li gel kir ku ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê bibin muşahîd û berpirsyarên dibistanan. -
Unuvar ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê yek ji damezrînerên THKO Gulay Unuvar (Ozdeş) piştî merasîma li Cemxaneya Karacaahmetê hate definkirin. -
Li Parîsê çalakiya ‘edalet û heqîqet’ê
Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ,daxwaza edalet û ronahiyê didome. -
'Bila dest ji xemsartiyê bê berdan, werin sindoqan'
Koordînasyona Hilbijartinan a Herêma Dortmûnd a HDP’ê bang li gel kir ku bila biçin sindoqan. -
Li Dusseldorf ji bo sê jinên şoreşger edalet hat xwestin
Ji bo sê jinên li Parîs hatibûn qetilkirin, li pêşiya Serkonsolosiya Fransa edalet hat xwestin. -
Demîrtaş: AKP niha ji bo Tirkiye, gel û baweriyan tehlûkeya herî mezin e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş Dergeha Garîp Dede ziyaret kir. -
Li Kolnê dengdayîn didome
Li 13 navendên Elmanyayê ku dengdayîn didome, li bajarê Kolnê ev 4 rojên dawî ne gel diherike ser sindoqan. -
Ji bo dengdayînê bang li hilbijêrên li Rojavayê Fransa hat kirin
HDP li Rojavayê Fransa xebatên xwe yên hilbijartinan didomîne. Ji bo dengdayînê 5 roj mane. Bang li hilbijêran hat kirin ku dengên xwe bikar bînin. -
KRXHKE: Em piştgiriyê didin xweseriya demokratîk, ji wezîfegirtinan şermezar dikin
KRXHKE, ji wezîfegirtina hevşaredarên Kurd şermezar kir. -
Tahîr Elçî di îfadeya xwe de got, 'Ez li pişt gotinên xwe me'
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di îfadeya xwe ya edliyeyê de nêrîna xwe ya PKK ne ‘rêxistineke terorê ye’ dubare kir. -
Yuksekdag li Edeneyê bi karsazan re hat gel hev
Yuksekdag got ku AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan hê îmzeya wan a di bin mutabaqata Dolmabahçeyê de ziwa nebûye bi polîtîkayên xwe yên şer ji bo 400 wekîlî 500 mirov kirin qurbanî. -
Li Nantes bi wesîleya meha Muharremê liqûm hatin belavkirin
Li bajarê Nantes ê Fransa bi wesîlya meha Muharremê bi tevlîbûna Pîr Riza Yagmûr di pêşengiya FEDA de danê êvarî liqûm hatin belavkirin. -
Dorû: Pêwîst e hilbijêrên li Ewropa ji rehawetê derkevin û biçin ser sindoqan
Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Dorû, diyar kir ku eleqeya ji hilbijartinan re kêm e û got: “Bê ku mirov bikeve rehawetê, divê heta 25’ê Cotmehê em biçin ser sindoqan.” -
Kongreya Kurdên Anatoliya Navîn ên li Swêdê bi dawî bû
PKAN-E, li bajarê Goteborgê bi beşdariya gelek delegeyan kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin û banga yekîtî û têkoşînê li Kurdan hat kirin.