Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê encamnameya "Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" eşkere kir.
Di destpêka encamnameyê de hate bibîrxistin ku gelê Êzidî bi hezaran sal in rastî qirkirin û fermanan tê, ku êriş hîn jî dewam dikin û hate gotin, "Bi van êrişan erdnîgariya me perçe parçe kirin, em ji welatê xwe dûr kirin. Hejmareke ne diyar şehîd û wendayiyên me çêbûn. Xwestin zimanê me tune bikin, baweriya me bişkînin. Bi hezaran sal in li ser çand û nasnameya me êriş hene. Ev êriş di bin gelek maneyên cuda çêbûne. Hinekan xwestin me bikin eskerên xwe, hinekan jî xwestin gund û çiyayên me ji me bistînin û hinekan jî xwestin baweriya me bidin guhertin. Lê di esas de armanca her yek ji wan êrişan tunekirina hebûna me bû."
Encamnameyê bi vî rengî dewam kir:
"Herî dawî di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermana hat serê me ji hemû fermanên din cudatir bû. Li pêş çavê hemû dinyayê bi xiyanet û hevkariya gelek dewlet û aliyan yek ji êrişên herî hovane ku ket nav rupelên dîrokê pêk hat. Hemû pîrozî, civak û warê me ket ber vê êrîşê. Hezaran zarok û jin hatin revandin, bi hezaran însan hatin qetilkirin û bi sed hazaran însanên me koçber bûn. Jin û zarok di bazaran de hatin firotin. Hîn bi hezaran şehîdên me di gorên komî de ne. Teslîmkirina hestiyên me li me dikin wek êşkenceyê. 12 sal ser jenosîdê re derbas bû lê hîn cenazeyên me li erdê ne. Bi sedhezaran însanên me hê jî di kampan û welatên cuda de nikarin vegerin welatê xwe. Hîn kavilên xaniyên me li erdê ne. Yek sûcdar nehatiye cezakirin. Berovajî ew kes hê jî weke gefekê li derdora me hatine bi cih kirin. Şengal hê jî bê statu ye. Zarokên Şengalê ku dixwazin gelê xwe biparêzin ji gelek aliyan ve rastî êrîşan tên."
'KONFERANSÊ ÎRADEYA ÇARESERIYÊ DANÎ HOLÊ'
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku "Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" nîşan da ku Êzidî û dostên xwe xwedî îradeya çareseriyê ye û hate gotin, "Dîsa bi rêya vê konferansê em dixwazin ji bo pêçandina birînin me hemû aliyên peywendîdar bi erka xwe rabin. Di serî de dewleta Iraq û hemû dewlet jenosîdê nas bikin û qanûna jenosîdê pêk bînin. Îrade, nasname û baweriya me qebûl bikin ku em îro dixwazin bi entegrasyoneke demokratîk mafê xwe misoger bikin. Çawa ev civak dewleta Iraqê dewleta xwe dibîne dewleta Iraqê jî divê vî gelî bê cudahî weke pêkhateya xwe ya esasî bibîne.
JI BO BICIHANÎNA QANÛNA JENOSÎDÊ BIRYARA MEZINKIRINA TÊKOŞÎN Û SAZÎBÛNÊ
Dîsa di vê konferansê de ji bo pêşîgirtina li komkujiyên nû girîngiya yekîtî û sazîbûna gelê Êzidî hatiye nîqaşkirin û ji bo demên pêş biryarên girîng hatine girtin. Bi taybet ji bo pêkanîna qanûna jenosîd li welat û derveyî welat biryara mezinkirina têkoşîn û sazîbûnê hatine girtin. Dîsa bi desteka dost û hevalên xwe ji bo entegrasyoneke demokratîk ku weke projeya çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn ku Rêber Apo pêşkeş kiriye, civaka Êzidî jî dikarin hebûn, çand û baweriya xwe biparêzin bi hemû aliyan re hatiye nîqaşkirin û biryara ketina tevgerê hatiye girtin."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku civaka Êzidî entegrasyoneke demokratîk dixwaze, ne siyaseta helandinê û hate gotin, ji bo diyarkirina çarenûsa civakê ya xwe bi xwe, ev biryar hatin wergirtin:
BIRYARÊN JI BO NASKIRINA JENOSÎDÊ Û BICIHANÎNA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
1- Ev konferans weke yekemîn konferansa jenosîdê were qebûlkirin û di salên pêş de dewam bike.
2- Ji bo jenosîd were naskirin saziyeke ji bo bi vî karî rabe were avakirin.
3- Ji bo arşîva fermanê ku niha ne di destê gelê Êzidî de ye xebat were meşandin û komkirin.
4- Ji bo şopên fermanê neyên jibîr kirin Şengala kevin weke muzexane were tenzîmkirin
5- Ji bo jinûve avakirina Şengalê bi hemû aliyên peywendîdar re têklilî were danîn.
6- Ji bo misogerkirina mafê gelê Êzidiyan, bi armanca bicihanîna entegrasyona demokratîk karekî xurt bê kirin.
7- Ji bo naskirina jenosîdê di hemû aliyan da xebat meşandin."