Zimanê Kurdî li konbajarê AFAD'ê tê bişavtin
Zimanê Kurdî li konbajarê AFAD'ê tê bişavtin
Zimanê Kurdî li konbajarê AFAD'ê tê bişavtin
Zarokên Kobanê yên li konbajarê AFAD'ê a di qereqola kevn a Alîgorê de dimînin perwerdeya Tirkî, Erebî û olî dibînin. Dê û bavê zarokan bi lêv kirin ku dixwazin ku perwerdehiya zimanê Kurdî jî bibînin û ên ev perwerdeya vekirine jî nizanin ji hêla kê bi çi armancê ye.
Welatiyên ji Kobanê yên hatine wargeha AFAD'ê ,di şert û mercên dijwar de jiyana xwe didomînin û welatiyan diyar kirin ku di bin êrîşên polîs û leşkeran dimînin û her wiha di konan de perwerdeya Tirkî, Erebî û olî tên dayîn. Welatiyan destnîşan kir ku dixwazin zarokên wan zimanê Kurdî hîn bibin. Di nav hezar kesên di konbajarê de 200 zarok hene û di li hemberî bişavtinê de rû bi rû manin. Mamostayê zimanê Kurdi Mihemed Bozan da zanîn ku ji bo perwedeya zimanê Kurdî bên dayîn serî li berpirsyarên AFAD'ê daye, guh nedane xwesteka wî û tê xwestin ku zimanê wan bê jibîrkirin.
'GER ZAROKAN DIFIKIRIN BILA ZIMANÊ WAN NÎŞANÎ WAN BIDIN'
Bozan da zanîn ku hemû zarok dixwazin bi zimanê dayikên xwe perwerdeyê bibînin û wiha got: "Li konbajarê em lê dimînin gelek tişt dizîvirin. Di konekê de li ser navê perwedeyê dersên Quranê, zimanê Tirkî û Erebî tên dayîn. Ez mamostayê Kurdî me. Min jî xwest zarok zimanê dayika xwe ji bîr nekin min serî li berpirsyaran da. Lê mixabin nepejirandin. Ez vê helwesta wan şermezar dikim. Tê xwestin ku zimanê Kurdî bê jibîrkirin. Ev feraseta wan şaş e. Zimanê me rûmeta me ye. Ger zaroka difikirin, bila zimanê wan rê wan bidin."