Zeynep Kinaci li Herêmên Parastina Medyayê hate bibîranîn
Zeynep Kinaci li Herêmên Parastina Medyayê hate bibîranîn
Zeynep Kinaci li Herêmên Parastina Medyayê hate bibîranîn
Ji bo gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci ku di sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiyek ya fedaî pêkanî li Herêmên Parastina Medyayê merasimek ya bîranînê hat li darxistin.
Hezîrane ji mehan...Û roj di jiyana gêrîla de ev meh jî bi heyecanek mezin pêş ve diçe. Di nava meha Hezîranê de jiyek ji rojên di jiyana gêrîla de herî zêde heyecanê çêdike 30’ê Hezîranê ye. Roja 30’ê Hezîranê ku tu carî ji hişên gêrîla jênaçe û 30’ê Hezîranê ku yek ji wan rojên xwedawendeyan di reyên civaka xwe de bikûrahî hîs dikin, dema nêzbû atmosfereke moralê xwe di nav gêrîlayan de nîşanda. 30’ê Hezîranê îsal jî weke salên borî di qadên gêrîla de bi heyecan û coş hate pîroz kirin.
Weke tê zanîn 30’ê Hezîranê gêrîlaya PKK’ê a binas nav “Zîlan” Zeynep Kinaci li dijî êrîşa kamyonekî tijî bombe a 6’ê Gulana 1996’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 30’ê Hezîranê li navenda Dêrsimê li dijî yekîneya merasima leşkerî a artêşa Tirk çalakiyekî fedaiyane pêkanî bû. Kurd vê çalakiyê çawa ku weke çalakiyekî fedaî binav dikin, Kinaciyê jî weke jineke xwedawend di nava xwe de qebûl dikin.
XETA ZÎLANÊ BIRYARBÛNE
Pîrozbahî bi merasimekî fermî destpê kir. Di merasima fermî de Meclisa YJA STAR û Endama Konseya Fermandara HPG’ê Berçem Cîlo û gelek fermandarên gêrîlayan hebûn. Di merasimê de Cîlo axaftinek kir û got; “Fermandara me Zîlan bêmirine.”
Piştî merasima leşkerî civîna hate kirin. gêrîlayên ku bi eleqeyek mezin guhdarî civînê kirin, Cîlo destnîşan kir ku, “Pêvajo kesayetekî biîdia, bi israr û lez divê. Pêvajo kesayetekî rêxistinkirî, biplan, diferqa rolê xwe de, xwedî çalakî û rê li pratîkên mezin ve dixwaze.” Cîlo di berdewamiya axaftina xwe de behsa taybetmendiyên xeta Zîlanê kir û da zanîn ku, “Xeta Zîlanê biryarbûnê dixwaze. Xeta Zîlanê pêvajo fêmkirine. Xeta Zîlanê pêwîstiyên pêvajoyê pêkanîne.”
JI BO ZÎLANÊ RÊBER APO DESTPÊK BÛ
Cîlo di civînê de balkişande ser destkeftiyên hatine bidestxistin û her wiha behsa xeteriyên ku rû bidin jî kir. Gêrîlayên ku bi baldarî civîn guhdar dikirin, nirxandinên li ser pêvajoyê ên di aliyê xwe de bi eleqeyek mezin guhdar kirin.
Cîlo nirxandinên xwe wiha berdewam kir: “Zîlan ne tiştek ber bi çave, ne sireke. Rastiyek û cewhereke di hundirê her kesê de. Zîlan di qezenckirina hebûna xwe bi xwe de bibiryarbûne.
Ji bo hevala Zîlan destpêkê Rêber Apo bû. Hevala Zîlan dît ku tiştên ku gelê Kurd winda kirine dê bi pêşengtiya Rêber Apo bêne qezenc kirin. ji ber vê çendê ji bo ji pêvajoyê re bibe bersiv û li dijî komploya li ser Rêber Apo çalakiyekî wisan pêkanî. Divê em jî pêvajoyê baş fêm bikin û li gorî wê bibin xwedî jiyan û serkeftinekê. Eger em serkeftî nebin wê demê tê wateya em bi xeta Zîlanê re di nava nokiyan de ne. Eger em pêvajoyê li gorî esasên Rêber Apo dibêje fêm nekin, pêk neynin em dê ji pêvajoyê re nebin bersiv.”
RÛYÊ ROJÊ NABÎNE
Cihê civînê ku li ser Kinacî gelek hestên hevpar hatin parvekirin, dîmenên balkêş hebûn. Li cihê ku ez rûniştibûm, min gelek zarava û devokên zimanê Kurd bihîstin, ez gelek keyfxweş bûm û hizûr da min. Kurmancî, Soranî, Hewremanî, Behdînî di nava hev de bû. Ev mekanê hevpar ê hemû perçeyên Kurdistanê lê kombûyîn û kesayeta ku herkes têde bûyî yek û gêrîlayên jin gotî “Xwedawenda me” ew Zîlan bû.
Li gel van hemûyan gêrîlayên ku ji netewên cûda, di çalakiyê de bi helbestên xwendî eleqeyek mezin dîtin.
Di bîranînê de gêrîla bi heyecan, coş û xulikkariyek mezin başdar bûn. Pêşkêşkirinên ku mirov dibêje qey bi ecemîne, lê pir ji dil û bi bawer dihatin kirin, bi tona dengê xwe jest û mîmîkan profesnol didan xuya kirin. Ji her yekîneya gêrîlayan di tiştên ku amadekirin de dema ku pêşkêş dikirin, mirov wisan hîs dikir ku hunermendek li beramberî te ye. Gêrîlayan jiyana ku ji bo wê dest ji her tiştî berdayî dileyîst. Ji ber wê çendê ye ku her gotina ku digot, di rûyê wan de xwe dida der û li gel her stranekê distiriya. Gêrîla jiyana xwe bi xwe ava dikin, dest didin jiyana xwe bi xwe, asoya xwe bixwe vedikin û sinorên xwe bixwe diyar dikin.
Nivîs, helbest, pêşkêşî û koroyên ku Kinaciyê bibîrtînin hatin xwendin. Di bîranînê de piranî stranên li ser Kinaci û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin gotin û gêrîlayan jî bi dengek bilind li gel digotin.
Di bîranînê de skeçên ku hatin pêşkêş kirin, hemû gêrîla dane kenandin. Tê fêmkirin ku, rast û tevlîbûnekî mezin a gêrîlayan heye.
Dema ku vana hemûyan vedibêjim, lîstika eware ya ku gêrîlayên ji hemû perçeyên Kurdistanê hatine dilîzin gelek balkêş bû. Her wiha hemû gotinên di lîstoka eware de hatin gotin ku girêdayî pêvajoyê bûn balkêş bûn. Wisan xuya bû ku gêrîla pêvajoyê baş dişopînin û di gotinên leyîstokê de jî xuya dikir ku li hember pêvajoyê hişyar û hesasin, heta gotinek ya gêrîla a di lîstokê de jî wiha bû; “ên pêvajoyê xirab dikin dê rûyê rojê nebînin.”
Morala ku me jî bi eleqeyek mezin temaşe kir, bi govenda gêrîla bidawî bû. Em jî hem westiyana ku xebatê daye me û hem jî bi atmosfera erênî ya moralê daye me ketin rê.