Zehmetkêşan betalkirina weşana Nûçe, Roj TV û MMC şermezar kir

Zehmetkêşan betalkirina weşana Nûçe, Roj TV û MMC şermezar kir

Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan biryara Dadgeha Danîmarkayê ya ji bo betalkirina lîsansa weşanê ya Nûçe TV, Roj TV û MMC bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî biryara Dadgeha Danîmarkayê ya ji bo betalkirina lîsansa weşanê ya Nûçe TV, Roj TV û MMC bi daxuyaniyeke şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Biryara girtina weşana kanalên Nûçe TV, Roj TV û MMC ji bo me cihê xemgîniyê ye.”

Di daxuyaniya Hizbî Zehmetkêşan de ji dewleta Danîmarkayê hat xwestin ku careke din li ser vê biryarê lêkolîn bike, ji ber ku ev yek nabe azadiya rojnamevaniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev biryar demokrasiya dewleta Danîmarkayê dixe ber lêpirsînê.