'Zarokên Kurd jî wek zarokên cîhanê divê zimanê xwe fêr bibin'

'Zarokên Kurd jî wek zarokên cîhanê divê zimanê xwe fêr bibin'

Endama Perwedekara Beşa Perwerdehiyê ya Zaningeha Bogazîçîyê û endama HDP'ê Fatma Gok diyar kir ku li Tirkiyeyê li hemberî zimanê Kurdî bi salan astengiyê mezin hene û zimanê dayikê mafê mirovahîyê û wiha got: "Zimanê zikmakî perwedehiya ziman mafeki xwezayî ye. Li welatekî çiqas ziman hebe ew dewlet ewqas dewlemend e. Zarokên Kurd jî divê wek zarokên cîhanê bi zimanê û çanda xwe mezin bibin.

Endama Perwedekara Beşa Perwerdehiyê ya Zaningeha Bogazîçîyê û endama HDP'ê Fatma Gok ji bo zarokên Kobanê hat Pirsûsê. Gok diyar kir ku li Tirkiyeyê li hemberî zimanê Kurdî bi salan astengiyê mezin hene û zimanê dayikê mafê mirovahîyê û wiha got: "Zimanê zikmakî perwedehiya ziman mafeki xwezayî ye. Li welatekî çiqas ziman hebe ew dewlet ewqas dewlemend e. Zarokên Kurd jî divê wek zarokên cîhanê bi ziman û çand xwe mezin bibin.

'KÎ ÇI DIXWAZE BILA WÎ ZIMANÎ FÊR BIBE'

Gok destnîşan kir ku li Tirkiyeyê wek zarokên Kurd, zarokên Ereb, Suryanî û Ermenî jî divê bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Gok da zanîn ku kî çi dixwaz e bila wî zimanî fêr bibe û wiha axivî: "Hat bihîstin ku li kampên AFAD'ê de zimanê Erebî, Tirkî û dersên olî fêrî zarokên Kobaniyan didin. Ji bo çi zimanê wan fêrî wan nakin? Em li hemberî vê hişmendiya û neheqiya têkoşînê didin. Ev helwesta ji bişavtinê pêv ne tiştek e. Welatiyên Kobanê nêzî du sala li kantonên xwe dest bi perwedehiya zimanê xwe kiri bûn û ji ber şer ji welatê xwe koçber bûn. Ev mirovanan heta demek wê li vê dera bi mêvanî dimînin. Ev israra dewletê li ser zarokan nayê pejirandin."

'DIVÊ JI ALIYÊ DEWLETÊ VE BI PÊŞENGIYA MOOSTAYÊN KURDÎ ZIMANÊ KU VEKIRIN'

Gok bi lêv kir ku divê ji aliyê dewletê bi pêşengiya mamostêyên Kurdî dibistanê zimanê Kurdî bên vekirin û divê mesrafê wan jî dewlet bide. Gok da zanîn ku heke bi hawî bidome ji hêla pedagojîk pirsgirêk hîn kur bibe. Gok got ku dema zimanê wan ê fêrî wan kir û pêv zimanê Tirkî kari wek zimanekî duyemîn bê dayîn û wiha domand: "Em ne li hemberî zimanê pirjimar e. Em li hemberî hişmendi û helwesta ya li dijî zimanê zikmakî ye. Ev helwesta hişmendiya bişavtinê ye û bi niyetek xerab e.

'DI DESTPÊKA ŞERÊ KOBANÊ DE TIRKIYE ALIKARIYÊ DIDE ÇETEYAN'

Gok di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser piştgiriya Tirkie dide çeteyên DAIŞ'ê û ev tişt anî ziman: "Helwesta Tirkiye ji ewilî de pirsgirêk e. Di destpêka şerê Kobanê de dewleta Tirkiye alîkariyê dide çeteyan. Ewili bi dizîka dida wan û vê dawiyê bi aşkera piştgirî dan wan. Her kes zani. Rû yê wan derket holê. Ev feraseta wan şaş e. Divê dewlet alîkariyê bide wan. Ji dêl va alîkariyê astengiya der dixe.