YXK-Rojava ava bû

YXK-Rojava ava bû

Xwendekarên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin kirin. Li bajarê Qamişlo, bi civînekê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê-Rojava ava bû. 

Civîn bi beşdariya komîteya dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê, Saziya Zimanê Kurdî û gelek partiyên siyasî, li axa Qenat El Siwês a bajarê Qamişlo pêk hat. Di danezana encamê ya civînê de hat destnîşankirin, ku bi armanca rêxistinkirina tevahiya xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê, Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê YXK-Rojava hatiye damezrandin.