YPG: Şervanên me Enes û Şiyar li Serêkaniyê jiyan xwe ji dest dan
YPG: Şervanên me Enes û Şiyar li Serêkaniyê jiyan xwe ji dest dan
YPG: Şervanên me Enes û Şiyar li Serêkaniyê jiyan xwe ji dest dan
Navenada Çapemaniyê ya YPG᾿ê diyar kir ku şervanên wan Enes Elî Donî û Şiyar Miho di encama êrîşa komên çekdar a li Til Xelaf de jiyana xwe ji dest dane.
Navenda çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê navê 2 şervanên xwe yê li Serêkaniyê di encamê êrîşa komên çekdar a li ser benda kontrola ya li Til Xelaf a 3 kîlometrî rojavayê Serêkaniyê dikeve ji raya giştî re eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di encama berxwedana bêhempa ya şervanên YPG᾿ê de şervanên YPG᾿ê Enes Elî Donî binasnav Egîd û Şiyar Miho binasnav Azad di encama êrîşa komên çetê de ya li ser benda kontrolê ya YPG᾿ê de jiyana xwe jidest dan.
Sîcliên 2 şervanên YPG᾿ê wihane: Enes Elî Donî binasnav Egîd navê bav Mistefa, navê Dayîkê Helîme. Di sala 1992᾿an de li Serêkaniyê jidayik bûye.
Şervanê YPG᾿ê Şiyar Miho binasnav Azad. Navê bav Îsmaîl navê dayîkê Sibhiya di sala 1994᾿an de li gundê Qilêj Wêran hatiye dinê û li Serêkaniyê tevî malbata xwe rûdinişt.
Saziya Malbatên Şehîdan bang li hemû welatiyên herêmê kirk u tevlî merasîma spartina 2 şervanê YPG᾿ê ji bo axê bibin. Merasîm dê saet di 15.00᾿an de li Goristana Şehîd Rustem ya li Berkeverê were lidar xistin.