YPG: Li hember êrîşên çeteyan berxwedaneke mezin heye - BI DÎMEN
YPG: Li hember êrîşên çeteyan berxwedaneke mezin heye - BI DÎMEN
YPG: Li hember êrîşên çeteyan berxwedaneke mezin heye - BI DÎMEN
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ li gel eniyên başûr û rojhilat li hember Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê jî hene. YPG’ê diyar kir ku li hember êrîşên çeteyên DAIŞ berxwedaneke mezin tê nîşandan.
Têkidarî şer û pevçûnan daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 75'an de dewam dike. Komên çete ji navendên girîng ên wekî Reqqa û Minbicê hêzên takviye tînin û bi piştgiriya çekên giran ji duh ve êrîşî eniyên başûr û rojhilat ên Kobanê dikin. Îro danê sibê komên çete ji sînorê bakur êrîşî deriyê Murşîtpinarê kirin, lê hêzên me li hemû eniyan berxwedanek heybet nîşan didin.
Saet 5'ê sibê komên çete di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de ji Deriyê Murşîtpinarê bi wesayîtek bombebarkirî û 2 kesên cuda êrîşên întixarî pêk anîn. Komên çete li rojhilatê sînor ê aliyê Tirkiyeyê ji herêmên depoyên genim derbas bûn û ji paş ve êrîşî hêzên me kirin. Li deriyê sînor wesayîtek bombebarkirî û 2 çeteyên DAIŞ'ê xwe teqandin. Piştî van teqînan komên çete derbasî êrîşan bûn û di navbera komên çete û hêzên me de şerê dijwar û sing bi sing qewimî. Êrîşa li herêma deriyê sînor hat şikandin û li hemberî depoyên genim şer dewam dike. Li eniya rojhilat, li Sukul Hal, Meydana Azadiyê û derdora Asayîşê şerê dijwar û sing bi sing diqewime.
Komên çete duh bi şev li eniya başûr bi piştgiriya 3 tank û çekên giran êrîşek dan destpê kirin. Çeteyan di dema êrîşê de 2 wesayîtên bombebarkirî şandin vê eniyê, lê her du wesayît jî ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin. Hêzên me bersivek tund dan çeteyan, êrîşên wan têk birin û hêzên me derbasî êrîşê bûn. Hêzên me li vê herêmê qademeyek pêşve çûn û hin nuqteyên stratejîk bi dest xistin. Li vê herêmê 2 tankên çeteyan hatin îmhakirin, lê hejmara kuştî û birîndarên wan nehat tesbîtkirin. Li vê eniyê şerê dijwar dewam dike.
Der barê şerê ku bi dijwarî dewam dikin de her ku agahî zelal bûn em ê bi raya giştî re parve bikin."