YPG: Êrîşên li Efrîn, Kobanê û Til Temirê bi planin

YPG: Êrîşên li Efrîn, Kobanê û Til Temirê bi planin

YPG bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên li Efrîn, kobanê û Til Temirê ji aliyê komên çekdar ku xwe li ser Artêşa Azad hesab dikin ji yek navendê pêk hatiye, êrîşa li Efrîn bi taybet bi biryar pêk hatiye û jê tê xwestin ku herêmê talan bike û ji destê gelê kurd were derxistin. Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê da zanîn ku, hin aliyên kurd jî di nava van êrîşan de cihê xwe digirin.

Fermandariya Giştî ya Navenda Yekîtiya Parastina Gel (YPG) diyarkirin ku, duh di saetên êvarê de komên çete yên girêdayî Artêşa Azad êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin, di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn bi dijwarî rû dan û pevçûn hîn didomin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, amadekarî ji van êrîşan re di civîna komên çete ên bi navê Lîwai El-Tewhîd, Lîwai El-Fatih, Tabûrên Dewlet El-Îslam û gelek komên çekdar ên selefî û Artêşa Azad ku li Izaz a Helebê pêk tê, hatiye kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, van koman di civîna xwe de biryar girtine ku êrîşî Efrînê bikin, mal û milkên welatiyan talan bikin, şêniyên herêmê çavtirsandî bikin, her wiha aramiya li herêma Efrînê xirab bikin. YPG’ê da zanîn ku, di vê civînê de aşkere bû ku hin aliyên kurd ên weke Tabûra Selahedîn jî hene. Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, di heman demê de êrîş li Kobanê û herêma di navbera Til Temir û Serêkaniyê de jî pêk hatine. Fermandariya YPG᾿ê da zanîn ku ev êrîşên li dijî gelê Kurd ne tesadufe û bi awayekî plankirî ji navendekê pêk hatiye û ev êrîş li dijî nirx û destkeftiyên gelê kurd pêk tên.

YPG᾿ê got, êrîşîn li dijî Efrînê di vê demê de pêk hatine di çarçoveya planên qirêj a li dijî îrade û hebûna gelê kurd pêk hatiye û ji van êrîşan tê xwestin ku teslîmkariyê li ser gelê kurd ferz bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, diyar dibe armanca van komên çete ne rêjîma Baas e, diyare ku  ev kom li dijî hemû îradeyên azad û serbixwe êrîşan pêk tînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrîşên van koman dikeve çarçoveya berjewendiyên rêjîma Baas û derxistina şerekî navxweî di nava hêzên muxalefetê de.

Fermandariya Giştî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bang li hemû gelê Kurd û bi taybet şêniyên Efrînê dikin ku li derdora zarokên xwe yên ku ji bo aramiya wan canê xwe didin bikin yek. Li ser esasê berxwedanê dewam bikin heta ku planên îxanetê li dijî gelê kurd tên meşandin pûç bikin.”

YPG᾿ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Di heman demê de em soz didin gelê xwe ku buhaya wê çibe bila bibe em dê li ser xeta berxwedanê ya rewa bimînin û em dê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin, herêmê biparzin û kesên ku êrîşê herêmên kurdan bikin bê hesab nehêlin.”