YPG’ê hêza xwe ya li Girkê Legê zêde kir
YPG’ê hêza xwe ya li Girkê Legê zêde kir
YPG’ê hêza xwe ya li Girkê Legê zêde kir
Li herêma Girkê Legê û Çilaxa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza xwe zêde dike.
Li herêma Girkê Legê û Çilaxa û bi taybet li başûrê herêmê û gundên ku piraniya nişteciyên wan Erebin ên wekî “Gundên Elyûsifiyê, Sukeriyat, Elsebîhiyê, Rimêla paşa, Rimêla Şêx û Elcinêdiyê.” YPG’ê bi cih bûna xwe zê de dike. Piştî komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad hevpeymana Serêkaniyê ku di navbera YPG’ê û Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad de hatibû îmzekirin binpê kirin, YPG’ê bendên kontrolê li herêma Girkêlegê zêde kir.
Têkildarî mijarê şervanê YPG’ê Şervan Dêrik diyar kir ku hin komên çekdar ku li herêma Tilkoçer bi cih bûne hewl didin ku têkevin herêmên ku di peymana Serêkaniyê de wek herêmên azad hatine destnîşan kirin û pêwîste artêşa zad nêzî wê nebe.
Dêrik da zanin ku ji ber hin komên çekdar li herêma Tilkoçer wek Xuraba El-Şam, Farûq, Ehrar El-Şam û Cebhêt El-Nesra gelek caran hevpeymana Serêkaniyê binpêkirine û di destpêka demsala çinînê hewl didin têkevin herêmê de. Dêrîk destnîşan kir ku piraniya niştecihên vê herêmê ji Ereban pêk tê û li ser bang wan YPG’ê herêmê diparêze û YPG’ê li ser banga welatiyan bi cih bûna hêzên xwe belav dikin.