YPG’ê dest bi şerê paqijkirina taxa Botan kir
YPG’ê dest bi şerê paqijkirina taxa Botan kir
YPG’ê dest bi şerê paqijkirina taxa Botan kir
Hêzên YPG’ê li herêma Kobanê ku ev 82 roj in li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide, dest bi operasyoneke paqijkirinê kirin. Di encama operasyonê de di nav de emîrekî çeteyan gelek çete hatin kuştin. Her wiha gelek cebilxaneya çeteyan jî hate desteserkirin.
Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku Hêzên YPG’ê û YPJ’ê ku di roja 82’an de berxwedana dîrokî li herêma Kobanê didin meşandin, beriya çend kêliyan dest operasyoneke paqijkirina taxa Botan-rojhilat a başûr-rojhilatê bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama operasyonê de gelek çete hatin kuştin û emîrekî çeteyan ê bi navê Ebo Hemza jî di nava kuştiyan de heye. Her wiha cenazeyên 14 çeteyan di destên şervanên YPG’ê de ne û şervanên YPG’ê gelek cebilxaneya çeteyan jî desteser kirin.
Şerê paqijkirina taxê ji çeteyan hê jî berdewam e.